Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca nîqaşkirina rola ciwanan di pêvajoyê de civîneke berfireh ji ciwanên herêma Tebqayê re lidar xist.
TEBQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca nîqaşkirina rola ciwanan di pêvajoyê de civîneke berfireh ji ciwanên herêma Tebqayê re lidar xist.Civîn li navenda Şehîd Hanî Elêş hate lidarxistin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Tebqayê, endamê Kordînasyonê Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Harûn Apoyî, Yekitiya Jinên Ciwan, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê di civînê de amade bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê Kordînasyonê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Harûn Apoyî li ser dîroka avakirina dewleta dagirker Tirkiyê axivî û wiha got:”Dewleta Tirk dewleteke ku dîroka xwe tine ye, Hêzên desthilatdar ew ava kirin ku bibe ajanên wê li Rojhilata Navîn, piştî ku dagirkeriya Osmaniyan 400 dewam kir û bi dawî bû, em dibînin ku rêjeya aloziyê li herêmê zêde bûye, dewleta Tirkiyê sedema sereke li herêmê ye ku ji nûva desthilatdariya Osmaniyan bide jiyan kirin.”
Li ser aloziya Sûriyê û destwerdanên derve di aloziyê de Apoyî teqez kir ku kî dixweze Rojhilata Navîn kontrol bike divê ku Sûriyê kontrol bike. Ji bo wê destwerdanên navdewletî ne bi dizî bû, di serî de dewleta Tirkiyê ku xwe kir hevalê gelê Sûriyê ye û dixweze ji aloziyê xelas bike, dest bi piştgiriya terorê re kir û her tişt dan komên çekdar.”
Li ser biryara vekşandina Amerîka ji xaka Sûriyê Apoyî wiha got:”Vekşandina Amerîka ji herêmê ne tiştekî nû bû, di buhara 2013 Amerîka bi El –Qaîde re kete hevdîtinan ku çalakiyên leşkerî li Afganistanê bide rewastandin û hişt ku El –Qaîde ji nûve xwe bi rêxistin bike. Tiştê îro ku li Sûriyê rû dide weke wê çalakiyê ye, bi rêya vê vekşandinê dê rêxistina terorê ji nûva xwe bide avakirin. Amerîka bi van siyasetan dixweze şerê Rûsya bike.”
Di dawiyê de Apoyî bang li ciwanan kir ku bi erka xwe li hember gel û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan pêk hatin, rabin û got:”Divê ku em rastiya tekoşîna şoreşger ji dîroka gelên herêmên bizanibin ji bo ku em bibin xwedî îrade, divê xeta tekoşîn û berxwedanê bilind bibe.”
Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gel bi dawî bû.