Di roja 19’ê Kanûnê tîmeke Hêzên Rizgariya Efrînê li derdora bajarê Mare 2 çalakiyên hemwext li dijî nuqteyên çeteyên dagirkeriya Tirk pêk anîne. Di encamê de herî kêm 5 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, roja 19’ê Kanûnê tîmeke Hêzên Rizgariya Efrînê li derdora bajarê Mare 2 çalakiyên hemwext li dijî nuqteyên çeteyên dagirkeriya Tirk pêk anîne. Di encamê de herî kêm 5 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûne.
Daxuyanî wiha didome;
“Di heman demê de şervanên me li derdora bajarê Ezazê çeteyek kirin hedef û di encama çalakiya sekvaniyê de ev çete jî hate kuştin.
Roja 20’ê Kanûnê de tîmên me çalakiyeke sabotajê di baregeha çeteyên bi navê Sultan El-Fatih a li nava bajarê Efrînê li dar xistin. Di encama çalakiyê de li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî, di derheqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.
Di heman dîrokê de, yekîneyeke me çalakiyeke sabotajê li dijî bi dewriya hevbeş a artêşa Tirk û çeteyên Firqet El-Hemzat li dar xistin ên ku di ser riya Maratê û navenda Efrînê re derbas dibûn. Di encama çalakiyê de leşkerekî Tirk û çeteyekî Firqet El-Hemzat birîndar bûn.”