Li Sakaryayê ji ber gotin “em kurd in” bi çekê êrîşî Kadîr Sakçi û kurê wî Mûrat Şakçi kirin. Sakçi jiyana xwe ji dest da û kurê wî Bûrhan Sakçi jî bi giranî birîndar bû.
SAKARYA – Li Sakaryayê ji ber gotin “em kurd in” bi çekê êrîşî Kadîr Sakçi û kurê wî Mûrat Şakçi kirin. Sakçi jiyana xwe ji dest da û kurê wî Bûrhan Sakçi jî bi giranî birîndar bû. Her wiha êrîşkar jî di parêziya xwe de îdia kir û got “ez serxweş bûm.”
Ji ber bi kurdî axivîn bi çekê êrîşî Kadîr Sakçi (43) û kurê wî Bûrhan Şakçi (16) kirin. Di êrîşê de Kadîr Sakçi jiyana xwe ji dest da û kurê wî Bûrhan Sakçi jî bi giranî birîndar bû. Bûyer roja Yekşemê li Kolana Beştepeler a Taxa Yenîmahalle ya navçeya Hendek a Sakaryayê li ber qehwexaneyekê pêk hat.
Li gorî agahiyên bi dest ketin, Kadîr Sakçi yê ji Mûşê, çû berber da kurê xwe Bûrhan Sakçi bîne. Wexta bav û kur ber bi qehwexaneyê ve dihatin, Hîkmet Ûsta (55) û yên li cem wî rêya wan birî. Bi îdiaya di rê de bi kurdî axivîne Ûsta ji bav û kur pirsî “Hûn kurd in an sûriyeyî ne?” Piştî bav û kur gotin “Em kurd in”, Ûsta ji wan re got “Jixwe ez ji kurdan hez nakim” û bi çeka di ber xwe de bera wan da. Bav û kur ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sakaryayê. Li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan jî bav nehat xelaskirin. Lê belê li nexweşxaneyê tedawiya Bûrhan Şakçi didome.
BIRAYÊ WÎ BEHS KIR
Piştî bûyerê êrîşkar Hîkmet Ûsta ku reviya Bûrsayê hat binçavkirin. Birayê Kadîr Şakçi Fahrettîn Sakçi, bilêv kir ku birayê wî Kadîr Sakçi û biraziyê wî Bûrhan Şakçi heta derengê şevê jî li cem wî bûne, lê belê wexta ji cem wî çûne li ber qehwexaneya taxê êrîş li wan hatiye kirin. Sakçi got: “Li vir kesê xwe li serxweşiyê daniye rêya wan dibire. Ji wan dipirse ‘Hûn kurd in an sûriyeyî ne?’ Wexta birayê min û biraziyê min dibêjin ’em kurd in’, du sê derban bera wan dide.”
Fahrettîn Sakçi, diyar kir ku li gorî agahiyên bi dest wan ketine êrîşkar Hîkmet Ûsta gotiye: “Di dema bûyerê de ez serxweş bûm, nayê bîra min.”
DI 2006’AN DE JÎ BIRAYEKÎ WÎ HATIYE KUŞTIN
Fahrettîn Sakçi, bilêv kir ku di sala 2006’an de birayê wî Sabrî Şakçi jî bi heman awayî hatiye kuştin. Sakçi, diyar kir ku yên bera birayê wî dane 4 kes bûne, lê belê tenê ceza li kesekî hatiye birîn û kesê ceza lê hatiye birîn demeke kurt di girtîgehê de maye.