Ji ber gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, bala her kesî çû ser çeteyên DAIŞ‘ê yên biyanî yên di destê YPG’ê de ne. Li gorî medya cihana rojava, bi êrişa dewleta Tirk re dibe ku kaosek derkeve û DAIŞ’î yekser xwe bigihîne Ewrûpayê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji ber gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, bala her kesî çû ser çeteyên DAIŞ‘ê yên biyanî yên di destê YPG’ê de ne. Li gorî medya cihana rojava, bi êrişa dewleta Tirk re dibe ku kaosek derkeve û DAIŞ’î yekser xwe bigihîne Ewrûpayê.
Bi gefên dîktatorê Tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê, û biryara rêveberiya DYE’yê ya vekişîna eskerên xwe ji herêmê, aqûbeta DAIŞ’iyên di destê YPG’ê de, bêhtir ne zelal kir.
DAIŞ û vegera li Ewrûpayê
Daxuyaniya Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer a li ser vê mijarê, cihekî berfireh di ajansên nûçeyan ên rojavayî de girt. Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê FAZ´ê ev mijar bi sernavê “DAIŞ’î dikarin li welatê xwe vegerin” ragihand.
Dr. Omer diyar kir ku girtîgehên li herêmên di kontrola YPG’ê de, bi DAIŞ‘iyan tije ne û got, heger dewleta Tirk êriş bike, ew ê nikaribin van girtîgehan biparêzin: “Dibe ku kaos derkeve û çeteyên DAIŞ‘ê dikarin ji vê kaosê sûdê wergirin û li welatên xwe vegerin.”
800 DAIŞ´iyên Ewrûpî
Di operasyonên yekîneyên taybet ên YPG’ê de 2700 DAÎŞ‘î hatin girtin û niha li girtîgehên li Rojavayê Kurdistanê ne. 800 ji van jî ji 46 welatên biyanî ne ku pirraniya wan welatên rojavayî ne. Rêveberiya Rojava bi taybetî bang li DYE, Fransa û Elmanyayê kiribû ku bikevin dewrê û ji bo darizandina DAIŞ’iyên biyanî bi berpirsyarî rabin.
Tirsa ji pêla duyemîn a terorê
Sekreterê Giştî yê Înterpolê, Jurgen Stock doh li paytexta Fransa Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku li welatên Ewrûpayê dibe ku pêla duyemîn a terora DAIŞ‘ê rû bide. Stock diyar kir, çalakiyên terorê yên muhtemel, dikarin bi navê “DAÎŞ 2.0” werin binavkirin û got, gelek alîgirên DAIŞ’ê ji ber ku êrişeke berbiçav nekirine, ji bo demeke kin hatine girtin û wê di nava çend salan de bên berdan.
Çavkanî; Polîtîka Azad