Serokatiya Karê Diyanetê di her faliyetê xwe de ji ciwanan re bêpere pirtuka ‘’Ciwantî û Peygamber’’ belav dike. Di vê pirtukê de li ser medyaya civakî çawa şerê taybet dimeşînin tê dîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di pirtukê de ji bo ‘’gunehan ‘’ medyaya civakî re beşekî fireh hatiye veqetandin. Di heman demê de ‘’youtube’’ ku ji bo parvekirina vîdeoyan tê bikaranî jî ji ‘’Youtuberan’’ hişyariyan dike. Tê gotin qaşo di axîretê de wê herî zêde ji Yotuberan hesab were xwestin.
Bi vê pirtukê Diyanet dixwaze ku bere ciwanan bide serdestan û li gor serdestan tevbigerin. Di pirtukê de parvekirinên medyaya civakî weke guneh tê pênasekirin.