Ciwanên Ereb yên Gundê Hisewîk yê Şengalê li dijî êrîşên dewlata Tirk li ser Şengalê daxuyanîyek dan di dexuyaniyê de ciwan bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku sinûrek ji bo êrîşên Tirka were danîn .
ŞENGAL– Ciwanên Ereb yên Gundê Hisewîk yê Şengalê li dijî êrîşên dewlata Tirk li ser Şengalê daxuyanîyek dan di dexuyaniyê de ciwan bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku sinûrek ji bo êrîşên Tirka were danîn .
Di daxuyinayê de hate gotin; “Ev jî dide xuyakirin ku Tirkiye ne tenê şerê Kurde dike, dixwaza yekrêziya neteweyan ji holê rake. Tê zanîn ku li Iraqê reng û baweriyên cuda yên wekî Êzidî, Ereb, Siryan û gelek olên din dijîn. Tirkiye dixwaza Êzidiyan hedaf bigire, lê mafê hemû netew û baweriyên li Iraqê binpê dike.”
Di berdewama daxuyaniyê de êrîşê dawî yên Tirkiyeyê hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Em bûn şahidên bûyera dawî ku balafirên Tirk li Şengal xistin û di ancamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Êrîşa din jî li ser Wergaha Penaberan a Mexmûrê pêk hat û 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Beriya wê jî Mamê Civaka Êzidî Şehîd Mam Zekî Şengalî di êrîşên dewleta faşîst de jiyana xwe ji dest da. Bi hedefgirtina Zekî Şengalî re xwestin îradeya civakê bişikînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê hat kirin ku ji dewlata Tirk re sinorek deyne da ku nikaribe axa Iraqê bombebaran bike. Her wiha bal hat kişandin ku wê Tirkiye bi êrîş û gefên xwe nikaribe îradeya gelekî ku bi sedan salan liber xwe daye bişikîne.