Walitiya Sakarya’yê bi daxuyaniyeke sosret kujer parast û got; ”ji beyanên kujer jî tê fêm kirin dema bûyer çêbûye kujer serxweş bûye û ji ber axaftina dijunan bûyer derketiye.”
SAKARYA- Li Sakaryayê ji ber gotin “em kurd in” bi çekê êrîşî Kadîr Sakçi û kurê wî Mûrat Şakçi kirin. Sakçi jiyana xwe ji dest da û kurê wî Bûrhan Sakçi jî bi giranî birîndar bû. Her wiha êrîşkar jî di parêziya xwe de îdia kir û got “ez serxweş bûm.”
Walitiya Sakarya’yê bi daxuyaniyeke sosret kujer parast û got; ”ji beyanên kujer jî tê fêm kirin dema bûyer çêbûye kujer serxweş bûye û ji ber axaftina dijunan bûyer derketiye.”
Walîtiya Sakarya’yê bi vê daxuyaniya xwe sosret xwest ku bertekên gel li dijî kuştinên ji ber Kurdbûn’ê bigire. Lê bertek li ser medyaya civakî û nav gel de her diçe zêde dibe.
Walitiya Sakarya’yê ji bo kujer biparêze mînakên ku berê ji ber ku Kurdî axîvine hatine kuştin Gazi Akbayir, Mahîr Çetîn û Sedat Akbaş da û daxuyaniyên Emniyetê delîl nîşan da.