Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê îro xwendekarên refên dawî ya dibistana amadeyî li ber Rêveberiya Perwerdeya Ranya çalakî pêk anîn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê îro xwendekarên refên dawî ya dibistana amadeyî li ber Rêveberiya Perwerdeya Ranya çalakî pêk anîn. Xwendekaran daxwaz kirin ku sîstema 50 bi 50’î ya ezmûnan bi dawî were.
Xwedekaran eşkere kirin ku ji ber sîstema 50 bi 50 gelek xwendekar dest ji dibistanê diber din û divê bê rakirin. Herwiha gotin ku heta ku ev sîstem bi dawî nebe, wê çalakiyên wan berdewam bikin.
Li Herêma Kurdistanê salên borî hemû pirsên ezmûnên xwendekaran bi test bûn. Lê îsal Wezareta Perwerdeyê biryar da ku nîvê pirsên xwendekaran test be û nîvê din jî bi nivîskî bin. Ev biryar bûye sedema bertekên xwedekaran û dixwazin weke berê lê were.