Xwendekarên Zaningeha Rojava li dijî gefên dewleta Tirk daxuyaniyek da

Xwendekar ,mamoste û xebatkarên Zanîngeha Rojava civîna xwe ya di derbarê rewşa ku tê jiyankirin û gefên dewleta Tirk li ser bakûrê Sûriyê yê ve pêk hat.

QAMİŞLO- Xwendekar ,mamoste û xebatkarên Zanîngeha Rojava civîna xwe ya di derbarê rewşa ku tê jiyankirin û gefên dewleta Tirk li ser bakûrê Sûriyê yê ve pêk hat. Piştî civîna xwendekaran pêk hat û bi dawî bû rêverberiyên zanîngehê û tevgera xwendekarên demokratîk bi zimanê kurdî û erebî di derbarê gefên dewleta tirk ya li ser bakûrê Sûriyê daxuyaniyeke dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker hemû zagon û pîvanên exlaqê mirovahiyê binpê dike û ji bo êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyan dike. Di daxuyaniyê de ji hemû gelên Bakurê Sûriyê hate xwestin ku li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin û bang li raya giştî ya cîhanê hate kirin ku li hember gef û gurên dewleta Tirk bi erka xwe ya mirovî rabe.

Daxuyaniya Zanîngeha Rojava wiha ye:

“Wekî hemû cîhan dibîne û temaşe dike, hêzên me yên siyasî û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftinan li dijî terorîstên DAIŞ’ê bi dest dixin. Bi saya van serkeftinan hemû pêkhateyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warên civakî û siyasî de pêşketinên berbiçav pêk tînin lê dewleta Tirk a dagirker xwe li hember van pêşketinan ranagire. Lewma piştî dagirkirina Efrînê vê carê jî gefan li ser Minbic û rojhilatê Firatê ango herêma Cizîrê dixwe; bi awayekî cidî li ser sînor amadekariyên leşkerî dike; hemû zagon û exlaqên mirovî binpê dike.

Em tev dibînin, dizanin û dişopînin; ji destpêka aloziya Sûriyê ve Erdogan gefan li welatê me dixwe, hewl dide Sûriyê dagir bike û tev li Tirkiyê bike. Li gorî xewna Împaratoriya Osmaniya Nû tev digere. Di herêmên Bab, Ezaz, Cerablus, Idlib û Efrînê de siyaseta guhartinên demografîk bi kar tîne. Li welatê ku Kurd, Ereb, Suryan û Asûr, Çeçen û Tirkmen dijî de bi siyaseta yek ziman û yek al, hewl dide xwe mayînde bike. Behsa welatekî ku ji Idlibê heta Kerkûkê dirêj dibe, dike. Bi vê şiklî rêzê ji welatê Sûriye û Iraqê re nagire. Çawa ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hêrsa binkeftina xwe ji gelên vê cografyayê derxist, îro jî bi vê siyaseta xwe ya êrîşkar dixwaze binketina xwe ya di encama siyaseta şaş a herêmî de ji gelên me derîne.

Em hemû mamoste, şagirt û karmendên Zanîngehê Rojava; bîrever û rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemwelatiyên azad ên Sûriyeya demokratîk ji vê rewşa heyî bi fikar in. Şaş neyê fêmkirin û şîroveyên cuda neyên kirin; em ji van gefên dagirkeriya Tirk natirsin û ger pêwîst bike em amade ne xaka ku bi xwîna bi hezaran cangoriyan her roj şîntir dibe, biparêzin jî. Çawa ku li hember tarîtiya Ebû Cehilên hemdem em şerê ronahî û zanistê dikin, em amade ne vî şerê fikrî di hemû qadên civakê de jî bimeşînin.

Lewma em di destpêkê de bang li gelên xwe yên dildarên axa azad û demokrat dikin ku dengê xwe bi dengê me û bi dengê hemû saziyên me yên rêveberiya xweser re bikin yek. Guh û çavên xwe ji derew û şerê derûnî yê dagirkeran re bigirin û di eniyên berxwedana zanistî, azadî û wekheviyê de cihê xwe bigirin.

Em bang li raya giştî ya Sûriyê ya demokrat dikin ku êdî li hember dagirkeriya dewleta Tirk helwestekê raber bikin. Em tev baş dizanin ku armanca Erdogan binpêkirina yekitiya Sûriyê ye, parastina DAIŞ’ê ye. Her wiha xirakirina yekitiya civakî û jiyana hevpar a di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Lewma em dibêjin qet nekevin rehaweta dûrbûneke cografîk a ji sînorê Tirkiyê. Ji Minbic heta Derîkê ji Dêrazor heta Serêkaniyê, ji Reqa heta Girê Spî hemû kes û derdorên vê axê divê nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkeriyê eşkere bikin û ji destê wan çi tê, raber bikin.

Di dirêjahiya dîrokê de heman kevneşopiya dewletê çawa ku nehişt li Rojhilata Navîn aramî û aştî serwer bibe, îro jî bi heman erka xwe radibe û di her welatekî Rojhilata Navîn de dixwaze tevliheviyan çêke. Lewma em bang li raya giştî ya Rojhilata Navîn ên ji netewe û olên cuda dikin ku êdî ji dagirkerî û hewldana dagirkeriya Tirkan re bibêjin êdî bes e.

Çawa ku bi rêya piştgiriya komên tundraw ên wekî DAIŞ, El Nusra û bi navê qaşo Artêşa Azad gefan li welat, milet û cografyaya me dixwe, ji aliyekî din ve jî gefan li welatên Ewropayê dixwe ku bi rêya şandina van koman Ewropayê bike gola xwîne. Lewma em bang li hemû dewletên Ewropa û rojavayî dikin û dibêjin em ala azadî, wekhevî û biratiyê hildidin ezmanan; êdî piştgiriya ku didin dewleta faşîst a Erdogan bidin sekinandin. Ew êşa ku bi sed salan e bi mirovên xwe dan kişandin bi gelên me yên Rojhilata Navîn jî nedin kişandin.

Di dawiyê de em bang li hemû hemwelatiyên azad ên cîhanê dikin; ji Awustralya heta Kanadayê, ji Çînê heta Arjantînê, hemû dilxwazên azadiyê ku di şerê li dijî terora DAIŞ’ê de çawa ku mil bi mil bi me re ala azadiyê hildan jorê, îro jî em daxwaz dikin dengê gelên me li çar aliyên cîhanê belav bikin û rastiya dagirkeriya Tirkiyê bigihînin guhên nabihîzin û çavên nabînin.

Em bi vê daxuyaniyê careke din eşkere dikin ku azadî bê bedel nabe û em şervanên zanistê, amade ne wekî pêşengên xwe yên ilm û zanistê di oxira fikra azad de canê xwe jî bidin. Bi vê mebestê em careke din dibêjin ê ku ya bi ser bikeve, fikr û îradeya mirovên azad e.”

 

Nivîsa Pêş