Li dijî gefên dewleta dagirker a Tirk û serçeteya wî Erdogan ciwanên Minbîcê meşekê meşaleyi derxistin. Meş ji nexweşxaneya Firatê heya Navenda Ciwanan berdewam kir.
MİNBÎÇ- Li dijî gefên dewleta dagirker a Tirk û serçeteya wî Erdogan ciwanên Minbîcê meşekê meşaleyi derxistin. Meş ji nexweşxaneya Firatê heya Navenda Ciwanan berdewam kir. Ciwanên ku tev lê meşe bûn gefên Serokçete Erdogan şermezar kirin û balkişandin ku Erdogan dixwaze pêşeroja gelên Rojava û Bakurê Suriyê reş bike.
Ciwanan got ku heya dawî li dijî êrîşan wê berxwe bidin. Çalakî bi govend gerandinê dawî bû.