İro li Minbîç’ê li dijî gefên dewleta dagirker yê Tirk di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de meşek meşaleyi hate lidarxistin. Ciwanên Minbîç’ê bertekên xwe yên li dijî gefan anîtin ziman.
MİNBÎÇ- İro li Minbîç’ê li dijî gefên dewleta dagirker yê Tirk di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de meşek meşaleyi hate lidarxistin. Ciwanên Minbîç’ê bertekên xwe yên li dijî gefan anîtin ziman.
Ciwana bi navê Sozan Hesin got ku ‘’Em îro derketine ji ber ku em gefên devleta Tirk li ser Rojava û Bakurê Suriye şermazar û lanet dikin. Ev gefên na carê yekemin û na carê dawî bu. Her wiha em bi dengek xort bêdengiya cihanê şermazar dikin. Di aliyekî din de ev gefên Erdogan li ser me bandorekî xwe nake. Em ji doza xwe paşve gav navêjin. Ez dîsa jî bejim em bi hemû jînê ciwanên pîr, kal, zarok li hemberî van gefên û dagirkeran bisekînin.’’
Ciwana Muhammed Hemo ya ku ji Partiya Suriye Pêşeroj bû got; ‘’Em niha li vir hazir in ji bo bêdengiya cihanê li hember gefên Tirkiyê ku ewlehî herêmî dixe nav xeteriyê. Em ji cihanê tevahî dixwazin ku tevli çareserî sîyasî bibin ji bo Suriye. Em dixwazin peyamek bidin cihanê: eger Suriye aram be hemû cihanê jî aram be, ji ber ku şer tenê li Suriye namîne. Ji ber ku herema Bakurê Suriye ji bo cihekî herî aram be ji ber wî em naxwazin şer li vir dîsa derkeve. Em çareserî sîyasî ji bo Suriye ya ku hemû mafên pêkhatin Suriye biparêzin dixwazin.’’
Dehev Hanu ya jinên ciwan jî hestê xwe wiha anît ziman; ‘’Em ciwanên Minbicê ne. Em dagirkeriyê Devleta Tirk li diji axa me kabul nakin û heya dawî em ê li hemberî wî bisekinin.’’