Meclîsa Ciwanên HDP ên Dersîmê li ser binçavkirina 19 hevalên xwe û girtina 3 hevalên xwe daxuyaniyek dan.
DERSÎM- Meclîsa Ciwanên HDP ên Dersîmê li ser binçavkirina 19 hevalên xwe û girtina 3 hevalên xwe daxuyaniyek dan. Ciwanan got; ”Qesr û bende yên wî bila vê ya baş bizanibin ku bi zextan, binçavkirinan û girtinan li ser me de nikarin tirsek ava bikin û ev tişt wê bi me de zext û şikandin pêk neyine. Berovajî em zêdetirê bibiryar ji têkoşinên xwe re berdewam bikin. Em soz ji hevalên xwe yên hatine girtin didin ku têkoşina wan em ê di nîvî de nehêlin.”
Daxuyaniya Meclîsa Ciwanên yên HDP ên Dersîmê wiha ye:
”Em hemû dizanin ku ji rojên ku zext û politikayên ajankirinê li ser fermana diktatoryaya qesrê di encama tifaqa faşizma AKP-MHP de hatiye girtin de derbas dibin. Di dîroka 18 Kanunê de 19 hevalên me yên xwendekarên Zaningeha Munzur’ê bela sebep bêyî delîlên şenber hatine binçavkirin. Di cihê vala de hevalên me bi kom kom sevqê dadgehê hate kirin û ji ber vê jî dema binçavkirina 3 rojan hate jiyîn.
Di nav vê pêvajoyê de ji hinek hevalên me re di bin sohbetê de ajantî hatiye teklif kirin, di binçav de ji hevalekê me ya sergirtî re bi zorê turbana wê dane derxistin û hemû hevalên me hatine tehdit kirin. Ji 19 hevalên me 7 hevalê me bi xwesteka girtinê sevqê dadgehê hatiye kirin û di encamê de 3 hevalên me hatiye girtin. Ji bo girtina wan tu delîlê şenber nîne. Hevalên me yên din jî bi qontrola edlî hatiye berdan.
Qesr û bende yên wî bila vê ya baş bizanibin ku bi zextan, binçavkirinan û girtinan li ser me de nikarin tirsek ava bikin û ev tişt wê bi me de zext û şikandin pêk neyine. Berovajî em zêdetirê bibiryar ji têkoşinên xwe re berdewam bikin. Em soz ji hevalên xwe yên hatine girtin didin ku têkoşina wan em ê di nîvî de nehêlin.
Ji aliyê din diktatoryaya Qesrê bi politika ya xwe ya şerê berê hilbijartinan dixwaze bi bikaranîna hestên gel êrîşekê li Rojava bike, ji bo vê amadekarî dike. Bi tol û nefreta ku gel rakiriye xeleyanê û di rojên borî de li Sakarya’yê bûye sedema kuştina Kurdekî û birindarkirina kurê wî, ev bûyer pir zindî nîşana wî ye. Em ji malbata wî re sersaxî dixwazin û xwestekên xwe yên derbasbûnê radigihînin.
Em Kurd’in, Tirk’in, Lazîn, Ermen’in, Suryan’in, Jinin, Ciwanin, em bi giştî hevalbendên bindestanin. Ji zext û zilmê re neyarin, Em xwîdana karkerekê keda gundiyekê ne, Em 15 canên ku li Behrareşê ji masiyan re hatin êm kirin in, Zilanîn, Egîd’in, Deniz’in, Mahîr’in, Îbo ne, Laz Kemal’in, Hakî ne, Em berxwedanin, têkoşînin, Em hêviya bindestan û doza wan a mafdar in. Em bang hemû ciwanan dikin ku li dijî faşizm û diktataoryayê têbikoşin. Werin tevlê meclîsên ciwanan ên HDP bin.”