Îro li Kobanê, li qada bexwedanê Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî gefan, li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven meşekê meşaleyî derxistin.
KOBANÊ– Îro li Kobanê, li qada bexwedanê Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî gefan li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven meşekê meşaleyî derxistin. Ciwanên ku tev lê meşê bûn hestên xwe anîtin ziman.
Ciwanê bi navê Cemal got ku; ”Em li vir kom bûn li diji dagirkera devleta Tirk li diji axa me. Em qebul nakin dagirgerek li ser axa me be. Em ê berxwe bidin. Em ê heri dawi şer bikin. Bi rasti em naxwazin şer. Em dixwazin jiyaneki azadi bikin. Lê em amade ne ku li dijî êrîşan axa xwe biparêzin”
Ciwanê bi navê Silava jî got; ”Ez îro hatim meşê, em ê berxwe didin. Em nahêlin ku dewleta Tirk axa me dagir bike. Weki Serokatî gotiye ”Me bi ciwanti destpê kir em ê bi ciwanti serkevin.”
Her wiha gelek ciwan li dijî êrîş û gefên Tirkiye bertekên xwe nîşan dan û dewleta dagirker yê Tirk şermazar kirin.