Hîleyê AKP yê ji bo hilbihartinên herêmî yên 31 Adarê were kirin dewam dikin. Berê çend rojan hatibû weşandan ku 3 hezar polês û leşker qeydê xwe girtine navenda Şirnex û Beytuşebab’ê. Vê carê jî li Qileban’ê hinek fermandarên dagirkerî û qeyuma Şarederiya Qileban’ê Mehmet Fatih Yakinoglu ferman şandine keyayê gundan û xwestine cerdevanan bi malbatên xwe re qeydên xwe bigirin navendê.
ŞIRNEX- Hîleyê AKP yê ji bo hilbihartinên herêmî yên 31 Adarê were kirin dewam dikin. Berê çend rojan hatibû weşandan ku 3 hezar polês û leşker qeydê xwe girtine navenda Şirnex û Beytuşebab’ê. Her wiha hatibû niqaşkirin ku 100 mamosteyên kul i gundan erk dikin jî qeydê xwe girtine navendê. Tifaqa leşker û polêsan ji bo hîle têxin hilbijartinan re hate zanîn ku cerdevan jî dixwazin tev lê vê leyîstokê bikin.
Piştê van hîleyan îro hate zanîn ku li Qileban’a Şirnex’ê hinek fermandarên dagirkerî û qeyuma Şarederiya Qileban’ê Mehmet Fatih Yakinoglu ferman şandine keyayê gundan û xwestine cerdevanan bi malbatên xwe re qeydên xwe bigirin navendê.
Hate fêrbûn ku keyayê gundên Yemişli (Mêrgeh), Dagdîbî (Hedriş), Gûlyazi (Bêjuh), Ortabag (Kiror) ve Taşdelen (Nêrweh) van fermenan ragihandine serokcerdevanan.