Di çend rojên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê berf û zîpikeke mezin dibare. Ji ber berfa zêde li gelek bajarên Bakur welatî asê man û bandorekê neyînî li ser jiyana gel kir.
NAVENDA NÛÇEYAN– Di çend rojên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê berf û zîpikeke mezin dibare. Ji ber berfa zêde li gelek bajarên Bakur welatî asê man û bandorekê neyînî li ser jiyana gel kir. Di encama berfa zêde bi taybet jî rêyên gundan hatin girtin û rêyên ku qeşa girtine, rê li ber gelek qezayan jî vekir. Di encama qezayan de jî gelek welatî birîndar bûn. Her wiha gelek rêwing jî di rêyan de man.
Bi taybetî jî li Wan, Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Qers, Erdexan û Agiriyê berf gelekî dibare. Li gundan berfê bi qasî metreyekê erd girtiye. Rêya bi sedan gund û gundikan hatin girtin. Ji ber vê yekê jî mirov li gundan asê man û gelek nexweş nekarîn xwe bigihînin nexweşxaneyê.
Di dema DBP’ê de rê dihatin paqijkirin
Di dema şaredariyên DBP’yî de rêyên ku ji ber berfê dihatin girtin, di demeke kin de ji aliyê tîmên şaredariyê ve dihatin vekirin. Lê belê li Wan, Colemêrg, Mûş, Agirî û li navçeyên wan ku şaredarî ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin, ji bo vekirina rêyan tu xebat nayê kirin. Li bajarên Kurdistanê hem qeyûm, hem jî ekîbên rêyên bejahî di vî warî de karekî nakin. Lewma gelek qeza çêbûn û rêya bi sedan gund û gundikan hîn girtî ne.
Xemsarî rê li ber qezayan vedike
Ji ber berfê û qeşayê, li ser rêya di navbera Wan û Erdîşê de qeza çêbû. Ji ber qezayê 16 kes birîndar bûn. Şahidan gotin ku di qezayê de 6 wesayît li hev qelibîne. Şahidan diyar kir ku berf 2 roj in dibare lê ekîbên rêyên bejahiyê, rê paqij nakin û xwê li rêyê nareşînin. Şahidan got ku ji ber vê xemsariyê jî gelek qeza pêk tên.