Li Bajarê Bordeux yê Fransa yê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo rêxistin bûna ciwanan di şahiyekê de hatin li gel hev.
FRANSA- Li Bajarê Bordeux ê Fransa yê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo rêxistin bûna ciwanan di şahiyekê de hatin li gel hev.
Şahiya ciwanan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.Qisekeran di şexsê Leyla Guven de hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin.
Di şahiyê de Koma Stêrk û Rojda Bîter derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Piştî nîşandana sînevîzyonê, Farqîn Azad derket ser dikê û şahî bi stranên wî qediya. Ciwanan bi stranan govend gerandin.