Li Erdîşê Hakan Aydemîr ê 29 salî yên di warê derûnî de nerihetiyên wî hene, ji ber bi şidetê bi ser peywirdarekî bankeyê de çû û jê re got “Ev der Kurdistan e” hat binçavkirin. Aydemîr got: “Polîsên ji emniyetê her digotin ‘ev der kuderê ye?’ û her min jî digot ‘Kurdistan e’ ez îşkence dikirim.”
WAN – Li Erdîşê Hakan Aydemîr ê 29 salî yên di warê derûnî de nerihetiyên wî hene, ji ber bi şidetê bi ser peywirdarekî bankeyê de çû û jê re got “Ev der Kurdistan e” hat binçavkirin. Aydemîr got: “Polîsên ji emniyetê her digotin ‘ev der kuderê ye?’ û her min jî digot ‘Kurdistan e’ ez îşkence dikirim.”
Li Erdîşê Hakan Aydemîrê 29 salî yê di warê derûnî de nerihetiyên wî hene, ji ber şelmaqek li peywirdarekî bankeyê xist û got “ev der Kurdistan e” hat binçavkirin. Li emniyetê heta sibehê Aydemîr hat îşkencekirin. Aydemîrê şopên îşkenceyê li canê wî dixuyên, diyar kir ku her ku polîsan jê re digot “Ev der kuderê ye?” û her ku wî jî digot “Ev der Kurdistan e” îşkence lê hatiye kirin. Her wiha malbata Aydemîr jî li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê giliyê polîsan kir.
Aydemîr, bilêv kir ku ji bo karta xwe ew çûye bankeyê û got: “Min şîfreya karta xwe pirsî, bankevan ji min re got wê bi peyamê bê telefona te. Min jî got telefona min tune ye. Lê belê got, ew nikarin wekî din tiştekî bikin. Li ser vê ji bankeyê derketim, lê belê min şîfreya xwe hel nekir. Paşê adiz bûm û dîsa çûm bankeyê. Min dîsa ji bankevan pirsî. Wexta got ew nikarin tiştekî bikin, ber çavê min reş bûn û min şelmaqek lê xist. Dû re bi dengekî bilind min got ‘Ev der Kurdistan e:’ Paşê ewlekarên bankeyê min girtin û birina qata dudoyan û bîstek şûnde polîs hatin.”
‘XWESTIN MARŞA ÎSTIKLALÊ BI MIN BIDIN XWENDIN’
Piştî qederekê polîs hatinebankeyê û got: “Polîsan ji min xwest rabim ser piya, lê ez ranebûm. Wexta zêde bi ser min de hatin, min jî seriyek avêt polîsekî. Paşê min li erdê dirêjkirin, qirika min jidandin, hindik mabûn min bikujin. Wexta min birin emniyetê min jî bi dengekî bilind got ‘Ev der Kurdistan e.’ Piştî vê dîsa li min dan. Bi saetan kîjan polîs hat û her ku ji min dipirsîn û min heman bersiv dida li min dan. Lêdan heta sibehê dewam kir. Di binçavan de xwestin Marşa Îstiklalê bi min bidin xwendin.. Ji ber min nexwend li min dan.”
‘DIYA MIN DI ERDHEJÊ DE MIR’
Aydemîr, bilêv kir ku di dema erdheja Wanê ya 23’yê Cotmeha 2011’an de ew leşker bûye û di erdhejê de diya wî miriye. Aydemîr, destnîşan kir ku piştî diya wî di erdhejê de miriye, ev yek bandoreke neyînî li derûniya wî kiriye û got: “Niha ez jî nizanim çi dikim. Ne pereyê min hene, ne jî jiyanek min. Wexta çûm bankeyê min got derûniya min xirab e, lê kesî ez esas negirtim. Min li emniyetê jî got derûniya min nebaş e, lê belê li min dan. Bi kulman û copan li min dan. Hîn jî şûna îşkenceyê li pişta min heye. Ji ber ez ji ser hişê xwe çûm nayê bîra min bê ez çi qas îşkence kirime. Derûniya min nebaş e, ji bo vê dermanan dixwim. Lê dîsa jî guh nedan min. Piştî kêliyekê êdî polîsan bi darê zorê gotina ‘Ev der Kurdistan e’ dan gotin. Wexta min got, li min dan.”
‘MIN KURÊ XWE NAS NEKIR’
Bav Mehmet Nûrî Aydemîr jî got: “Wexta dayika kurê min di erdhejê de mir, li leşkeriyê 8 mehên kurê min qediya bûn. Ji ber vê derûniya wî xirab bû, derman bi kar anîn û bi mehan li nexweşxaneyê ma û rapora wî jî heye. Hem li bankeyê hem jî li emniyetê bi awayekî dijwar li kurê min dane. Hemû kesên li emniyetê li kurê min dane. Kurê min sê rojan di nav destê wan de ma, da şûna derbkirinan winda bibe. Ji bo kurê xwe bibînim çûm emniyetê. Ji ber îşkenceya lê hat kirin min ew nas nekir.” Bav Aydemîr diyar kir ku wan li Serdozgeriya Wanê giliyê polîsan kiriye.
RAPOR GIRT
Dozgeriyê Hakan Aydemîr şand Nexweşxaneya Nexweşînên Demargiriyê ya Xarpêtê û her wiha bav Aydemîr jî ji bo raporê bigire çû Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê. Di kontrolkirinên li vir de hat tespîtkirin ku serçav, pişt, her du aliyê bedenê û her du lingên Aydemîr bi awayekî dijwar hatine derbkirin.
Her wiha hat hînbûn ku bankevanê ku Aydemîr şelmaq avêtê jî giliyê kiriye.