Li dibistanên dewleta dagirker ê Tirk de roj nîne ku skandalek derneke ve holê. Li ber vê MEB jî her tim koleyên wê yên sucdar in diparêz e. Hate zanîn ku mamosteya ku destrdirêjiya xwendekarek kiribû bêceza di erka xwe de hiştin.
STENBOL– Li dibistanên dewleta dagirker ê Tirk de roj nîne ku skandalek derneke ve holê. Li ber vê MEB jî her tim koleyên wê yên sucdar in diparêz e. Hate zanîn ku mamosteya ku destrdirêjiya xwendekarek kiribû bêceza di erka xwe de hiştin.
Li navçeya Stenbol Kûçûkçekmeceyê di Lîseya Kadriye Moroglu de di dîroka 24 Cotmeha 2018 de li dîjî mamosteyekê ku berê destdirêjê kiribû ji aliyê xwendevanan ve protesto hatibû kirin. Xwendevanên lîseyê dixwestin kesê ku destdirêjiyê kiriye were durxistin. Lê belê miduryeta lîseyê ji biryarekê skandal destnîşan kiribû. Cihê ku kesê destdirêjî(tacîz) kiriye were durxistin, di derheqa 15 xwendekarên ku tev lê protestoyê bûye de cezaya 5 roj ji dibistanê durxistinê dabûn.
Piştê vê MEB jî biryarek skandal da. Hate zanîn ku ev kesê ku Mamostetiya Erdnigarî dikir û destdirêjiya xwendekarekê kiribû aniha li dibistanekê din kar dike. Ruxmê ku giliya xwendekar û malbatê jî heye dîsa jî Mamoste bêsuc hate dîtin û nehatiye dûrxistin û darizandin.