Tîma ku li Lîga 4. Yê Avusturyayê têkoşîn dikir Rojava Spor di dawiyê Lîg’ê de bû yekemin û derket lîgekî jortir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tîma ku li Lîga 4. Yê Avusturyayê têkoşîn dikir Rojava Spor di dawiyê Lîg’ê de bû yekemin û derket lîgekî jortir. Ev serkeftin di Navenda Civaka Demokratik yê Kurd hate pîroz kirin. Pirozbahî bi deqqeyekê rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir.
Li ser navê saziyan axaftin hate kirin. Berdevka Viyana yê PYD’ê Agirê Kobanê li dijî êrîşan banga hêstiyarîyê kir. Her wiha got em amadene heya dawî piştgirî bidin ji tîma Rojava Spor.
Piştê axaftinan li ser faliyetên Rojava Spor sînevîzyonek hate temaşekirin.