NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk roja 25’ê Kanûnê saet 11’an bombe li qada Mervanos a herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji ber bomberdûmanê zerar negihiştiye hêzên me.”