Nivîsandina we hesan nîne, zarokên welatê rojê. Şervanên ku di hûndirê agirê azadiyê de xwe dişewitînin, nivîsandina we qet hesan nîne. Belê hûn ji herkesî zêdetir dizanibûn heqîqet di hundira agirê azadiyê de veşartiye. Her perçeyeke laşê we ya ku nêzî agir dibe, dile we ji bo hembêz kirina rojê lêdida. Ji ber vê nivîsandina we qet hesan nîne. Kîjan hevok dikare hinek jî be behsa çîroka we bike? Em li hember çiqas peyvan bejna xwe bitewînin ji bo qehremanîya we rave bike? Çend gotin dikare di keleka fedaîtiya we de li ser piya bisekîne? Lê belê dîsa jî di hundire behskirina we de bêmirinî heye. Bêmiriniya ku di dil û mêjîya we de weşartî…
Faruk Aydın bi nasnav Êrîş Çirav, 27 ê Çileyê a sala 1989’an de li Sêrtê, cihê ku tevgera azadiya PKK mermiyê yekemîn teqandin û qerînê yekemîn lê bilind bû ango li Eruh ji dayik dibe. Li hember dagirkeran êrîşê yekemîn li ser axa wî de hatibû kirin,îradeya şerkirinê cara yekemîn li ser axa Erûh de şîn dibû. Ji ber vê yekê jî ji dayikbûnê de ew her tim rihe xwe ya êrîş parast. Nave wî, dilê wî, giyane wî bû êrîş…
Êrîş Çirav bi taybet ji bo xwendina zanîngeh diçe Antep, li vir her kêliya jiyanê de zihniyeta saziyên dewlet hîn zêdetîr dibîne. Cara yekem tevlî civîneke rêxistina ciwanan dibe û biryargirtina ji bo tevlîbunê pir zêde nadome. Di vê civînê de biryara tevlîbûnê refên gerîlla digre û wisa dibêje ” ez wêjeya dewletê naxwînim, ez wêjeya Rêber Apo bixwînim” Watê dayîna jiyanê û girtina biryara tevlîbûnê ji bo Şehîd Êrîş ewqas zû pêşdikeve. Ji ber ku jiyana wî, her gotin û biryara wî wek mîlîtaneke Apoyî germ, zelal û eşkere bû…
Şehîd Êrîş bêrî ku biçe qada gerîlla di gelek qadan de xebata ciwanan dimeşîne. Cihê ku ciwanên Kurd lê jiyan dikin, kolan bi kolan tax bi tax bêwestandin digeriya. Ji dayîkan çîrokên kevnar guhdar dikir, dema ku westandineke dikeve ser milê wî,tiştê ku ew radikir ser pîyan avê ku ji destê dayikeke Kurd vexwarin bû. Jixwe soz dabû, tevlîbûna wî bibuya tolhildana wî ji bo çîrokên ku hatiye jibîr kirin bibe..
Xebata xwe ya yekemîn li qada Antepê dimeşîne. Şehîd Êrîş di kolana Antepê de gavên Hakî Karer didît. Ji ber ku bikaribe bîranîna Hakî Karer li Dîlokê bide jiyankirin. Derîyê ku Şehîd Êrîş lênedaya, kolanê ku lê nemeşiya nemaye. ” Dibe ku heval di ve kolanê de meşiyaye, dibe ku di vê malê de tekîliyeke dîtiye, belki wana rêxistin kiriye” Li Antepê dengê Şehîd Êrîş bi wan gotinan bilind dibû. Wisa bi heyecan, bi coş û xwestek..
Ji bo Şehîd Êriş hatina çiyayên Kurdistanê hesan nîn bû. 2 sal û nîv li zindanê de dimîne. Ji ber vê jî çuyîna qadên ku hatiye rizgarkirin, cihê ku siya dijmin jî lê nakeve û li çiyayên Kurdistanê de jiyan kirin ji bo wî pir watedar dibe. Sala 2014’an de Şehîd Êrîş derbasê qada çiya dibe. Li vir de jî bi pîvanê xwe ya jiyanî û tevlîbûnê xwe ya xurt tê nasîn. Êdî Şehîd Êrîş ji bo şerê gelê şoreşgerî xwe amade dike. Weke navê xwe bi rihê xwe ya erîş di nav şer de cih digire. Bi sedan ciwan li gel Şehîd Êrîş de xwe perwerde dikin, Şehîd Êriş careke din diçe bajaran êdî dibe komutaneke şere gel a şoreşgerî. Gotinê ku heri zede dianibû ser ziman ew bû ”ez careke din nakevim deste dijmin.” Şehîd Êrîşê ku gotin û pratîkê wî her tim yek bû, di şahadete xwe de jî heman tiştê nîşan da. Li Silopî de Şehîd Êrîş heya kêliya xwe ya dawi şer dike û bombaya xwe ya dawî li xwe de diteqîne. Bi vê rengê Şehid Êrîş bi qehramanî û werektiyeke mezin tevlî kervana şehîdan dibe. Piştî şahadetê Şehid Êrîş bi taybetî li qada Botan bi sedan ciwan navê wî rakirin û bi nave Êrîş tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Şehîd Êrîş weke fedaîya demê xwe bû şopdarê hemû şehîdên Kurdistanê. Ciwanên Cizîre,Silopî,Botan qehremaniya Şehîd Êrîş esas girtin û berxwe dan. Şehîd Êrîş di rastiya berxwedana Botanê bû nîşana fedaitîya ciwanên Kurdistane…
Welat Talazok