Li Çewlîg’ê Di Herêma Sancak’ê Zextên Dewleta Dagirker yê Tirk didome
ÇEWLÎG– Duh serê sibê li Gundê Sudûgûnû girêdayê Şarederiya Sanxak’ê 4 welatî ji aliye leşkerên dagirker ve hatin binçavkirin.
Duh serê sibê li Gundê Sudûgûnû girêdayê Şarederiya Sancak’ê bêyî hinceta binçavkirinê welatiyên bi navê S.B., M.B., A.B., û T.B. destgîr kirin û birin qerekola Kervansaray’ê.
Cihekê ku sixurkirin cerdevankirin zêdeye dewlet di mehên dawî deli ser gundiyan zexta xwe zêde kirin. Dewlet kesên ku nikarê bike cerdewan bi rêya binçavkirinan û carina jî bi rêya êrîşkirina rêya cerdevanan dixwaze koçber bike.
Welatiyên ku di vê dawî de hatrin binçavkirin, dibin qerekola Kervansaray yê sêkoşeya Çewlîg, Kanîreş û Muş’ê de ye. Liv ir jî li ser gundiyan sixûrtî û cerdevantî ferz dikin.