KASIM ENGÎN
Rojhilata Navîn, hê jî herkesî şaşwaz dike. Wisa ye ku, her roj pêşketinên nû ya Rojhilata Navînê mohra matkirinê li herkesî dide. Hê ku gel hînî rewşa nû nebûne, rewşek din xwe ferz dike gel.
Kîjan pêşketin bi çi awayî tê jiyîn, ne hewceye ku em îfade bikin. Kêm an zêde pêşketin ji aliyê herkesî ve tê şopandin. Lê belê ji her tiştî cûdatir, em vegeriyane pêvajoya nijdekirinê; pêvajoya ku em dikarin bêjin heyama hovîtiyê, pêvajoya quweta kî bi kî digihîje wê ji bêyî ku naskirina nirx û exlaq di qetlîaman re derbaskirinê ye.
Dîroka Tirkên serdest bi gotinê wan ji destpêkê heya dawiyê dîroka talankirinê ye. Dîroka qetlîam, şewitandin û hilweşandinê ne. Ev dîrok, xwe li ser mal û milkên gelê din xwe li ser piya dihêle û di cewherê xwe de li hemberî pêşketina mirovahiyê ye. Li gor hêz û hêjmarê jî dîrokeke dagirkirinê ye.
Heke baldar bibin û wê were dîtin ku di gotinên serdestên Tirkan de ji bo nirxên mirovahiyê tu gavek neavetine. Vegotinên wan, çîrokên wan bi giranî ser lêxistin û dagirkirinê ye. Ev wisaye ku, ev tişt bandora xwe li her qadê jiyanê jî kiriye. Ev ziman ji binê de zimanek nêrî ye û xwe li ser tundî, dagirkirinê saz kiriye. Heman wextê pêşiya gotinên wan jî wisa ne.
“ Teybetmendiya hişmendiya şerkeriyê ya esas ew e ku; ev hişmendî xwe nêzîkî fanatîzmê dike û dijberên xwe weke dijmin dîtin û pirsgirêkên xwe jî bi riya xelaskirin û qirkirinê ve çareserkirin e.” Û ev jî di cewherê xwe de teşegirtinek çandî ye. Ji ber wê jî xwe ji her kêliyên jiyanê û zimanê re belav dike. Wisa ye ku, heke ev hişmendî ( ku hişmendiyek nexweş e) ji xwe re dijminek nebîne, îcar jî berî xwe dide nava xwe. Bi afirandina dijminek navxweyî ve encax xwe li ser piyan bigre.
Mînakek; serdestên Tirkan ji bo desthilatdarî û nijdekirinê dikarin her tiştî bikin. Rasterast birakujî ne bûyerek ji rêzê ye. Dema ku em li dîroka serdestên osmaniyan binêrin, çawa ku bi sedan salan şerê birakujiyê çêkirine, fetisandina biraziyan, kuştina bavan, heya ku di şevekê de bi destê yekî di careke de kuştina 18 birayan bibînin. Lê belê em dizanin ku deshilatdariya Tirkan li ku hebe li wir tiştê ku teşe digrin çanda tunekirinê ye. Dema ku em li cîranê nêzik Îranê jî binêrin -ku hin caran desthilatdariya wan Tirk bûn- tiştên ku li wê dere çêdibin bi giştî him hilweşandina gelan bûye him jî berî xwe dane hev. Li îranê rêbaza navdar ya mil kişandina çavan jî marîfeta serdestên Tirkan in.
Ji ber ku baş were fahmkirin, em gotinên nivîskarekê ku li ser psîkolojiya Tirkan aniye ziman, li vir îfade bikin: “Di lîteratûra islamiyê de, Tirk weke pêşengî bilindkirina ala Îslamiyetê ne. Dîroka Tirkan dîrokek şerî ye. Di psîkolojîya tirkan de mêranî û nirxên ku ji mêraniyê peydabûnê, ji hişmendiya şerkeriyê re piştgirî didin. Ne ola ku jê ketine û derketine, ne jî modernîte, hişmendiya Tirkan a şerkeriyê û mêraniyê nikaribûye guherandin. Ev zîhnîyeta şerker, di her qada jiyana rojaneyê de, li hundirê male, li zeviyê, li bexçeyê, li trafîkê, li dawetê, li komelê, li cihê xebatan, li sendîqayê û li partiyê bi rêbaza “ li hemberî pirsgirêkan riya çareseriyê hêz û şer e” xwe diyar dike. Em her demê di nava şer de ne û bi her tiştî re em şer dikin. Divê ku em vê rewşê weke ji aliyê Xwedê ve hatî nebînin û sedemên wê yên zanistî jî bînin ziman.
Hin zanistan,behsa derdorên civakî-çînî û şert û mercên erdnigariyarê dikin û dibêjin ew, diyarkerên hişmendiya civakê ne. Em dixwazin bi ser de vê jî zêde bikin: Naverokên derveyî heşmendiyê bi riya ziman û mezinkirina zarokan ve ji nifşên pêşerojê re tê barkirin. Ji ber ku şert û merc û rewşên aboriya Tirkan li Navîna Asyayê û li Anadolûyê cûdatir bin jî, psîkolojî û tevgerên wan ên komî heman in. Bêguman e ku bandora derdorên civakî û erdnigariyê li ser çêbûna hişmendiya civakan heye. Lê belê tebeqeyekî derî xêvê ya hişmendiya civakan jî heye. Ji ber ku ev tebeqeyî derî xêvê, bi riya zimanê zikmakî û bi riya mezinkirina zarokan ve
ji nifşên nû re tê barkirin, helwestên komî ya Tirkan li gel guherîna civakî û erdnigariyê dîsa jî weke berî dimîne. Ji ber vê yekê hişmendiya Tirkan a şerkeriyê hê jî li ser piyan e û di psîkolojiya me yê şerkeriyê de jî cihekî girîng digre.”
Em gotinê dirêj nekin, kesîtiya serwera Tirk temamî li ser wêranî û şewitandinê ye. Serwerên Tirk xwe sipartine hêzê û wisa jiyanê berdewam kirine. Dema hêza wan têrê dike dieciqînin, dema hêza wan têrê nake stûyê xwar dikin. Ev çand gor pûxtê, paşpêyî civakiya mirovan e.Mirov bi civakiya xwe ve bûye mirov. Eva jî bi nirxên rewiştî ava kiriye. Jiyanê bi rêzikên diyar gihandine hev û wisa pêşeroja xwe kiriye bin ewlehiyê. ji bo ku hevûdu neqedînin nirxên polîtîk û rewiştî afirandiye û xwe heta vê rojê aniye.
Tê diyîn ku polên serweriyên Tirk ji ev pêşketina mirovahiyê pejk negirtine. Ji dîroka wan ê sedsala dawî em dibînin. Tenê li sed salên wan a dawiyê binêrin serweriyên Tirk çi qedayên mezin anîne serê mirovahiyê.
Komkujiya Ermenî, Komkujiya Suryan-Keldan, Komkujiya Pontûs , Komkujiya Elewî, Komkujiya Ereb, Komkujiya Kurd.. rehên gelek rengên cuda rêş kirine. Çanda serwera Tirk li ser vê axê gelên herî bastan yek bi yek ji holê rakirin. Ser gelan komkujî çê kirine lê di dîrokê de vegotinên pesnên mezin jî netirsîne. Pirtûkên dîrokê dema qala ev komkujiyan dike ji kalikên xwe re jî pesnên mezin dide.
Çanda serwera Tirk sedsal berê bûye qeda serê gelan, sedsal dûv re jî dîsa qeda serê gelan.Ev çand xwe sipartiye, piraniya gelhê , derfetên darayî, teknîka şer û giyana êrîşkar. Dixwaze dîsa Rojhilata navîn bike gola xwînê.Ev çand her roj dibêje ez ê êrîşî filan derê bikim. Heke nikaribe were sekinandin çawa ku sedsal berê herêma me kirin gola xwînê em ê dîsa trajediyek wisa bibînin. Ev çand xwe sipartiye hêza leşkerî û bi nijdevanî dijî. Ev çanda serwer difikire ku bê nijde nikare xwe berdewam bike, li ser xwînê xwe didomîne.
Çanda serwera Tirk li ser rêgeza ‘ Hêza Kê Têra Kê dike ‘ dimeşe. Ji bo sekinandina wan yek rê heye ew jî; Gelên li rojhilata navîn dijîn hemberî ev çanda komkujiyê yek bibin. Pêşî jî divê Kurd bibin yek dûv re hemberî ev çanda tunekirinê, li vê herêmê hemû rengan ber hev kin. Ji bo ku gel xwe bidomînin divê Êniyek Têkoşînê veçînin; ji vê tarîtiyê derketin, tenê bi vê re pêkan e.
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Kurdistanê