Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Bakurê Kurdistan(DGH)’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên di pêngava ‘’Serî Hilde’’de li bajarên Tirkiye û Kurdistanê di cihên cûda cûda de hatiye kirin eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona DGH’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên ku li bajarên Tirkiye û Kurdistanê di cihên cûda cûda de hatiye kirin eşkere kir. Koordînasyona DGH’ê got ku ‘’Li dijî tecrîda giran li ser Rêber APO were şikandin yekineyên me li bajarên metropolên Tirkiye’yê û Kurdistanê gelek çalaki hate li darxistin. Di van çalakiyan da 3 wesayît, kargehek û depoyek hate şewitandin û Çalakiya nîvîsandinê hate kirin.’’
Detayên ku çalakiyên DGH’ê kiriye ev in:
Antalya
Di 20 Kanunê de di seatên şeve deli navçeya Antalya Serîk’ê ji aliye yekineyên me ya Şehîd Harun Serhed ve depoyekê hatiye şewitandin. Depo bi giştî îmha bûye.
Stenbol
Di 21 Kanunê de di seatên êvarê de li taxa Seyrantepe ya Navçeya Kagitxaneyê kargeheke ku ji bo çêkirina wesayîtan dihat bikaranîn hatiye şewitandin. Ev çalaki ji aliye yekineyên me ye Şehîd Baran Mawa ve hatiye kirin. Di vê çalakiyî de wesayitekî servîsê û kargeh bi giştî şewitîye.
Kocaelî
Di 26 Kanunê di seatên êvarê de li navçeya Korfez’ê wesayîtek ji aliye yekineyê me ya Tolhildana Şehîd Kawa ve hatiye şewitandin.
Bursa
Di 22 kanunê de li navçeya Mustafakemalpaşa Minibusekî ku ji bo servîsa febrîqeyê dihat bikaranîn ji aliye yekineyên me Şehîd Baran Mawa hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de wesayît bi giştî îmha bûye.
Amed
Di 27 Kanunê de li navçeya Rêzan yê Amed’ê yekineyên me ya Şehîd Serhildan Garzan ve çalakiyê nivîsandinê hatiye kirin.