Mamosta û xwendekarên Zanîngeh Germiyanê bi dirûşmeya ‘Na ji bo şîdetê’ bi merasîmê Sêwan Qadir û sê zarokên wê yên li Çemçemal di şewatekê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîranîn û daxwaza dawîlêanîna şîdetê kirin.
GERMİYAN- Di 16’ê Kanûnê de li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jina bi navê Sêwan Qadir û sê zarokên xwe bi bûyerekî bi guman de şewitin. Di heman rojê de zarokên wê jiyana xwe ji dest dan û di 24’ê Kanûnê de jî Sêwan Qadir jiyana xwe ji dest da.
Mamosta û xwendekarên Zanîngeh Germiyanê bi merasîmê Sêwan Qadir û hersê zarokên wê yên jiyana xwe ji dest dayîn bibîranîn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.Herwiha di merasîmê de dirûşmeya, ‘Na ji bo şîdetê’ berz kirin.
Herwiha di merasîmê de posterên li dijî şîdetê yên li ser daxwaza dawîlêanîna şîdetê dikin hildan. Di dawiyê de jî bi boyeyê şeklê destên xwe çêkirin.