SGDF ji bo îşkenceya ku li girtigeha Xarpet’ê li ser endamên wan hate kirin daxuyaniyek da. SGDF Kurdistan got ku ; ‘’yê ku Azadî, Edalet, wekhevî dixwazin, parastina rumeta mirovahî dikn na bila îşkencekar were darizandin.’’
NAVENDA NÛÇEYAN- Federasyona Komalayên Ciwanên Sosyalîst (SGDF Kurdistanê), li dijî îşkenceya ku li ser endamê wan ê Cengîz Fîdan û 2 xwendekarên ku Li Girtigeha Xarpet’ê ne daxuyaniyek dan.
Di daxuyani de hate gotin ku 3 Xwendekarên hatibûn girtin birin girtigeha Xarpêt’ê. Di dema ketina girtigehê de ji ber lêgerîna tazî qebul nekirin gardiyanan êrîşê xwendekaran kirin û îşkence li wan kirin. Girtigeha Xarpêt’ê berê jî bi tevgerinê xwe yê keyfî tê zanîn.
Daxuyanî bi gotinên ‘’Rêveberiya girtrigehê hêj jî li ser xwendekaran zextê xwe berdewam dikin û 3 xwendekarên kut edeye qebul nekirin avêtine hucreya yekkesî. Gardiyan li ser xwendekaran îşkence dikin.’’ berdewam kir.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku; ‘’Lêgerîna tazî, hücre û tecrîd îşkence ye. Îşkence sucê mirovatiye û li dijî vê heya fêr bibin ev suce em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Yê ku Azadî, Edalet, wekhevî dixwazin, parastina rumeta mirovahî dikn na bila îşkencekar were darizandin.’’
Daxuyanî bi xwesteka demildest berdana xwendekaran dawî bû.