Li Tiltemir’ê bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li navenda Şehîd Navdar Serhed kom bûn. Ciwanan alên Tevgera Ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartekî bi nivîsa “bi rihê seferberiyê û şerê gelê şoreşgerî emê dagirkeriyê têk bibin” û bi sloganên “qatil Erdoxan”, “bimre Erdoxanê faşîst”, “Bijî Serok Apo” û “bijî şoreşa biratiya gelan” li nav kolanên til temirê meşek li dar xistin .
TILTEMIR- Li Tiltemir’ê bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li navenda Şehîd Navdar Serhed kom bûn. Ciwanan alên Tevgera Ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartekî bi nivîsa “bi rihê seferberiyê û şerê gelê şoreşgerî emê dagirkeriyê têk bibin” û bi sloganên “qatil Erdoxan”, “bimre Erdoxanê faşîst”, “Bijî Serok Apo” û “bijî şoreşa biratiya gelan” li nav kolanên til temirê meşek li dar xistin .
Piştî meşê kombûyîna ciwanan û bi sedan gel li Qada Şehîdan ji bo şehîdên şoreşê deqeyekê rêz hate girtin. Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Fewaz Kawa axivî. Di axavtina xwe de wiha got; ”Îro dagirkeriya dewleta tirk bi pêşengtiya erdoxan de dixwaze destkeftiyê şoreşa rojava û gelan tunne bike . Lê em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger pêvîste em wan komployan ku li ser me tê kirin emê bişkînin û Rêber APO ji xwe re esas bigrin . Wekî ku Rêber APO girtîgeha Îmralî şikand bi fikir û felsefa xwe em ê jî êrîşên ku li ser me û axa me yê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan tê kirin bişkînin .”
Fewaz Kawa dawiya axavtina xwe de wiha got : ”Bila dijmin bizanibe em amadene xwe jibo axa xwe feda bikin .Wekî ku şehîdên berî me xwe feda kirin em jî amadene û emê dîwarên Îmralî bişkînin û bi Rêber APO re azad bijîn .”
Piştî axavtin ciwanan suretê Erdoxan şewitandin û agir pêxistin. Li derdorê agir govend gerandin.