Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan de bi sedan ciwan ji bo tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were rakirin û ji bo şermezarkirina gefên dewleta dagirker yê Tirk meşekî meşaleyi li dar xistin.
DERÎK- Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan de bi sedan ciwan ji bo tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were rakirin û ji bo şermezarkirina gefên dewleta dagirker yê Tirk meşekî meşaleyi li dar xistin. Meş ji pêşiya Navenda Ciwanan yê Şehîd Hawar heya Qada Azadiyê berdewam kir. Di meşe de ciwanan diruşmên ‘’Bijî Serok APO’’, ‘’Terorîst Erdogan’’, ‘’Bijî Berxwedana Rojava’’ avêtin.
Di dawiya meşe de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Delîla Koçer axaftinek kir. Koçer di axaftinê xwe de got; ‘’Em wek Ciwanên Derîk’ê niha di rewşa seferbertiyê de ne. Bila neyar vê ya baş bizanibe heya Tevgera Ciwanên Şoreşger hebe wana nikarin gav bavêjin li ser axa Rojava. Ciwanên Rojava wê destur nedin vê ya. Heya tecrîda li ser Rêberê me were rakirin em ê ji çalakiyên xwe re bedewam bikin. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û gefên wî em ê her tim din av çalakiyan de bibin.’’
Piştê çalakiyê ciwanan bi coş û moralek mezin govend gerandin.