Alîşêr PÎRAN
Amerîka, ji Suriyê bîryara vekişandinê da. Gotin û bîryara Serokê Amerîkayê Trump, ji hin kesan re weke surprîz û bîryarek ne lê bendê bûn.
Bêguman, herkes ji cihê ku lê ye li ser bûyer û diyardeyan nirxandinên xwe tînin ziman, dinirxînin.
Di nava van kesan de helbet li ser bîryar û gotinên Trumpê nirxandinên objektîf dikin jî hene, lê belê piraniya wan di derbarê vê mijarê de hêvîşikestinên xwe anîne ziman.
Em nikarin mîna wan bigrin dest; ji ber ku Amerîka emperyalîst e û ji axên me derdikevin, em encax ji vê bîryarê kêfxweş bibin.
Beriya bêyî ku em nirxandin û helwestên xwe yî di vê mijarê de bînin ziman, bi fêde ye ku hin aliyên vê bûyerê lêkolînin.
Divê di serî de em vê bipirsin; bi rastî jî ev bîryar, manewrayek polîtîk e an na ?
Pergala modernîteya Kapîtalîst, ji ber ku pirsgirêkên binyadî dijî, di nava qeyranê de ye û vê qeyranê jî bi riya Şerê Cîhanê ya Sêyemîn ve dixwazin derbas bibin. Di pêvajoyek wisa de ji bo Amerîkayê vekişîna ji Sûrî tê wateya vekişîna ji Rojhilata Navîn e.
Di 2’ê Tebaxa 1990’an de Amerîka, bi Şerê Kendavê ya Yekemîn ( Tevgera Bahoza Çolê ) ve destlêwerdana Rojhilata Navînê kiriye û ji wir pê de jî bi destlêwerdanên cur bi cur pêk aniye; li herêmê li gor berjewendiyên xwe ên siyasî, aborî û dîplomatîk têkilî, tîfaq û nokakiyan jî afirandine.
Bi ser de em dikarin bêjin ku Amerîka, serdestiya xwe yê cîhanê sipartiye polîtîqayên xwe ku li Rojhilata Navînê dimeşîne. Di vî warî de li ser Rojhilata Navînê hin polîtîqa pêş xistiye û bi pêş dixe jî.
Her tişt bi zelalî li holê ye. Ji ber wê bawerîanîna vekişandinê hişsivikê ye.
Ango tê wateyê ku bîryara Amerîkayê bîryarek taqtîkî û manewrayek polîtîk e.
Lê di vê manewraya polîtîk de dibe ku hinek armancên wê hebin.
Bi teybetî li Surî, di Rojhilata Navînê de ji xeynî Amerîkayê hêzên din,weke Rusya û Îranê jî hene. Berjewendiyên di navbera Amerîka û Rusya-Îran de nakokî hene.
Ji ber ku rasterast Rusyayê nekarî hedef bigre, di 5’ê Mijdarê de li ser Îranê bîryara ambargoyê girt û bi vi awayî xwest ku bi şantajan dewletên cîhanê û herêmê bikşîne cem xwe.
Di rewşek wisa de daxuyaniya Amerîkayê ya li ser ji Surî vekişînê, dibe ku li hemberî Rusya û Îranê pêngavek bibe. Ji ber ku niha li hemberî Îran û Rusyayê di nava lewaziyê de, dixwaze bi manewrayên polîtîk û taqtîkan re rewşa xwe xurtir bike.
Ê viya jî, bi riya bi hewcedar kirina xwe (ên ku ji êniya rejîm û Rusya-Îranê aciz in ), bi berbendkirina xwe û bi vî awayî jî bi israrkirina wan dixwaze pêk bîne. Bi teybetî jî Kurdên ku li Bakurê Rojhilata Surî dijîn , bi riya gefa dagirkirina Tirkan dixwaze bitirsîne û berbendê xwe bike.
Li aliyekî jî, ji bo Amerîkayê di navbera dewletên Îran-Iraq û Surî de cihê ku xwe herî zêde bibandor bike Iraq e. Dibe ku, şerê ku ev du-sê salan li Suriyê dimeşîne, biavêje ser stûyê hêzên din( Fransa, Tirkiye, Erabîstan, Îsrael, Yekitiya Mîrîtiyên Erebîstan, Îngîlîstan û hwd.) û bi xwe jî ji bo ku serdestiya xwe li ser Iraqê zêdetir çêke û bigre dest, xwe kişandibe Iraqê. Bi vî awayî jî xwestibe di navbera Îran û Surî de qutbûyînek fîzîkî çêke û Îranê dorpêç bike.
Ji aliyekî jî dibe ku Rusya û Îranê bidewisîne û bi vî awayî jî wan bide şaşkirinê. Dîsa bi vî awayî jî hestên neyinî dixwazin nerm bikin û xwe jî weke felatkerên gelan nîşan bide.
Bêguman, em dikarin senaryoyên cur bi cur vebêjin; lê belê zelal e ku Amerîka ji Surî û Rojhilata Navînê venakişe. Dibe ku hêzêk piçûk vekişîne lê mayîna wê ya li Rojhilata Navîn berdewam bike.
Ji ber ku hêzek ku ji Rojhilata Navînê vekişe, serdestiya cîhanê jî wenda bike. Ev hemûya jî bi rasteqîniya Amerîkayê re bêeleqe ye. Dewletek ku xwediyê îdiaya serdestiya cîhanê bibe û ew dewlet jî heke emperyalîst be, nikare dest ji armancên xwe ên serdestî û emperyalîst bikşîne.
Beravajî vê, em li benda êrîşên nû bibin û bifikirin ku ev êrîşa nû ji ku û çawa bê kirinê.
Divê ku em bîryar û daxuyaniya Amerîkayê wiha bigrin dest.
Ji bo ên ku bi armancên azadî, wekhevî, serxwebûn û demokrasiyê tevdigerin, ev bîryara Amerîkayê, her çiqas manewrayek polîtîk be jî pêşketinek erênî divê were dîtin.
Helwesta me û sekna me li hemberî vê bîryarê zelal e; lê ne tenê Amerîka, divê ku hêzên dervayî-herêmê û dewletên dagirker -ku axên me weke gola xwînê kirine- temamî ji axên me derkevin.
Xwesteka di serî de gel û şoreşgerên Suriyê, gel û azadîxwazên hemû Rojhilata Navînê divê ev be; mîna bîryara ku Amerîka dayî, vê bîryarê ji hemû dagirkeran re bi ruhê seferberiyê ferz bikin.
Di derbarê pêşeroja Surî de tenê gelên Suriyê dikarin bîryar bidin. Sekna azadîxwazî, serxwebûnî û sosyalîzmê vê seknê hewce dike.
Bêguman, ev hêzên dagirker bi xwesteka gelên Surî nehatine û bi xwestekên wan jî neçin. Lê heke di serî de gelên Bakurê Rojhilata Suriyê ( Kurd, Ereb, Ermen, Suryanî û hwd.), hemû gelên Surî yekîtiya xwe çêkin û bi giyana welatparêziyê tevbigerin, wê çaxê xwestek û mafên wan di qada navneteweyî de hîn bêhtir were bilêvanîn.
Bi vê bîryarê, armanca Amerîkayê çi be bila bibe, divê hêzên azadîxwaz vê rewşê baş binirxînin û xwe birêxistin bikin.
Hêzên dagirker û serdest ji bo berjewendiyên xwe hatine û bi vî awayî jî erdnigariya me talan dikin.
Heke hêzên dagirker û serdest bixwe herin an jî me bi hêzên xwe ew ji axên xwe derînin wê demê em bi hêsanî bigihîjin armancên xwe.
Niha hin kes dibêjin, heke Amerîka ji Surî vekişe, wê demê Tirkiye êrîşê Rojava bike û Tirkiye bi çeteyan re axa me dagir bike û Rusya-Îran jî bixwaze me radest bigre; bi vî awayî li Suriyê dîsa rejîma BAASê serdest bibe.
Em tevlî vê nabin!
Şoreşa Rojava, şoreşa gelan e û şoreşa vê sedasalî ye.
Şoreşa Rojava, bi destê Amerîka çênebûye ku bi çûyîna wan jî tasfîye bibe.
Şoreşa Rojava, xwe sipartiye jinan, ciwanan, gelan, baweriyan, çandan; hêza xwe ji gel distîne û ji bo gel heye.
Çawa ku heya îro gel xwedî li şoreşê derket û ew bi pêş xist, dîsa xwedî lê derkeve û bi pêş bixe.
Dibe ku Tirkiye êrîşê me bike, dibe ku çeteyan bi xwesteka dagirkirina axên me tevbigerin, dibe ku rejîm û Rusya bixwazin bi polîtîqayên xwe yê gemar ve me berbendê wan bikin. Ev hemû jî rasteqîniya wan e.
Li hemberî vê rasteqîniya şoreşgeran, sosyalîstan, gelan jî heye; ew jî Berxwedan e.
Divê gelên me baweriya xwe bi xwe bîne û bi hêz û derfetên xwe têbikoşe û serkeftinê esas bigre. Çareseriyê, ji xwe pê ve ji tu kesî bila nepê. Li hemberî êrîşan jî divê bi giyana Şerê Gelê Şoreşgeriyê tevbigere û bêyî ku bêjin jin û zilam ji 7 saliyê heya 70 saliyê herkes tevlî vê berxwedanê bibe.
Tu hêz li hemberî gelekî wisa nikarin!!!
Suriyek nû û demokratîk, encax bi vî awayî were avakirin.
Wek encam; ji Amerîka, Tirkiye û çeteyên wî re, dîsa ji dagirkerên mîna Rusya û Îranê re, bersiva me, mîna bersiva ciwanên nifşa 68’an e; Yankee Go Home!!!