DGH li Enqere Sîteler’ê di çarçoveya pêngava Serî Hilde de li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya şewitandina wesayîtan pêkanî.
ENQERE- Dîmena çalakiya şewitandina wesayîtan a Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Bakurê Kurdistanê (DGH)’ê gihişt ajansa me. Çalakiya ku li dijî tecrîda Giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate kirin 27 Kanunê di seatên êvarê de pêk hat.
Çalakiya DGH li Enqere Siteler’ê li dijî wesayîtên faşîstên ên Tirk pêk hatiye. Di dîmenê de xuya dike ku çend wesayît bi carekî de agir pê dikeve.
Dihat zanîn ku berê jî DGH bi dehan çalakiya şewitandina wesayîtan pêkanî bû.