Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger serî li çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê yê Strasboûrg’ê dan. Ciwanan got; ”Ciwan her deverê bikevin nava liv û tevgerê.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger ku li dijî tecrîdê roja 17’ê Kanûnê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest pê kir, bi serdan û piştgiriyê dewam dike.
Komek ji ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger serdana çalakiyê kirin. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Cûdî Varto di dema serdanê de axivî û got, “Em vê berxwedana bi rûmet a hevalên xwe silav dikin. Em careke din dibêjin, heta dawiyê em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin. Ji bo Rêberê me pêwîstî bi çi hebe em ê bikin.”
Nûnerê Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir, divê gelê Kurd rastiyê bibîne û got, “Rastiya gelê Kurd jî Rêbertî ye.”
Ciwanan dan xuyakirin ku çalakiyên wan ên ji bo Ocalan wê dewam bikin û bang li ciwanên Kurd kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li her deverê bikevin nava liv û tevgerê.