Hat diyarkirin ku PDK û Tirkiye odeyekî hevbeş ya leşkerê ji bo operasyonên şerê li dijî PKK’ê li ser sînorên Herêma Kurdistanê, Şengal û Mexmurê pêktînin. Her wiha hat diyarkirin ku li bendêye hukumeta nu ya dibin serokatiya Mesrur Barzanî de ev alîkariya ji bo Tirkiyê berdewam bike.
HEWLÊR- Hat diyarkirin ku PDK û Tirkiye odeyekî hevbeş ya leşkerî ji bo operasyonên şerê li dijî PKK’ê li ser sînorên Herêma Kurdistanê, Şengal û Mexmurê pêktînin. Li bendêye hukumeta nû ya di bin serokatiya Mesrur Barzanî de ev alîkariya ji bo Tirkiyê berdewam bike. Hat diyarkirin ku wê encamên van hewildanên PDK û Tirkiyê di sala nû de bi awayekî diyar derkevin holê.
Li gorî agahiyên rojnameya ‘’Ajans’’ ku ji çavkaniyên taybet wergirtiye di meha îlona derbazbuyî de şandeyekî PDK’ê û hukumeta Tirkiyê bi serokayetiya Hakan Fidan û wezirê parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar li enqerê bi hevre civiyane. Di civînê de mijara rubirubuna li dijî PKK’ê li sînorên herêma Kurdistanê û bi taybet Şengal û Mexmur hatiye niqaş kirin.
Hat diyarkirin ku di vê civînê de PDK û Tirkiye li ser pêkanîna odeyekî hevbeş ya operasyonan li dijî PKK’ê li hemu sînorên herêma Kurdistanê li hevkirine. Di heman demê de hewildanên mezin ji bo tinekirina Yekîneya Erka xweparastinê ya Şengalê YBŞ û YBŞ-Jin û valakirina kampa penaberan ya Mexmurê werin kirin. Ji bo vê yekê PDK’ê soz daye ku hemu corên agahiyan ji bo vê yekê bide Tirkiyê.
Erkekî din yê vê odeya operasyonê ewe ku PDK û MİT tîmekî agahîgirtinê ji endamên Parastin û MİT’ê ku ji 20 kesan pêktê avabike û di derbarê baregehên PKK’ê, tevgerkirina wan û her wiha peywendiya wan bi alî û kesayetên cuda re agahiyan kombike.
Welatiyê ji gundê Dêreşê girêdayî nahya Dêrelokê bi navê Saman Kerîm Elî da diyar kirin ku ‘’herêma wan hemu bi leşkerên Tirkiyê hatiye dagirtin. Rojane gundên wan tên topbarankirin û li rexmê vê tu nerazîbuna hukumetê nîne.
Gundî Kerîm Elî da zanîn ku ew tên lêpirsîn kirin û got, ‘’hinek kesên ku xwe weke erkdarên hukumetê didin nasîn ji me di derbarê derdor û tevgera herêmê de agahiyan di xwazin.’’
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk yê Kurdistanê