HPG; ”Em ê biryardariya hewrê Çetîn bişopînin”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî gerîlayê HPG’ê Mûsa Çetîner (Çetîn Serhat) ku li Dersimê şehîd bûbû, daxuyaniyeke nivîskî da.

NAVENDA NÛÇEYAN-Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî gerîlayê HPG’ê Mûsa Çetîner (Çetîn Serhat) ku li Dersimê şehîd bûbû, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya PKK’ê gelê me rê ve dibe, her roj bêhtir berfireh dibe” û hate domandin, ”Gelê me li dijî êrîşên îmhayê yê dewleta Tirk a faşîst û mêtinger ku paşverûtiya navnetewî jî daye ber xwe, bi giştî li ber xwe dide. Li dijî êrîşên qirker ku koledarî û bêrûmetiyê li gelê me ferz dikin, berxwednia gel û tevgerê ku bi berdêla mezin tê kirin, zelal e ku bi girîngiyeke dîrokî ye. Di vê berxwedana bêhempa de ku polîtîkayên qirker û komkuj têk dibin, rola şehîdên me yên qehreman diyarker e. Şehîdên me, ku jidil li ser şopa Rêber Apo diçin bêyî dudiliyekê, canê xwe datîin holê û êrîşên hovane yên dijmin pûç dikin. Gelê me şanaz e ku bi şehîdên qehreman serbilind û rûmeta wê hatiye parastin. Gelê me, bi fedekariya bêhempa a şehîdên me, têkoşîna azadiyê bi serkeftî heta niha aniye. Ji van aliyan ve Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û şehîdên wê yên qehreman, bi hev re bûne yek. Gelê me, têkilî mirovahiyê û rûmetê her çi bi dest xistine ev bi şehîdan e. Ji bo vê, em gel û tevger hebûna xwe deyndarî şehîdan in.”

LI PULUMURÊ ŞEHÎD BÛ

HPG’ê bi domdarî got, ”Di têkoşîna berxwedana giştî de ya ku li dijî dewleta Tirk a faşîst û qirker em didin yek ji hevrêyê me yê ku me şehîd dayî, hevalê me Çetîn e. Dawiya Tîrmehê, li qada Dersim-Pulumurê, di operasyonên dijmin de, di şer de û êrîşên hewayî de hevalê me Çetîn şehîd bûye.”

JI ZAGROSAN HETA BI DERSIMÊ

HPG’ê bi berdewamî wiha got:

”Heval Çetîn, piştî ku tevlî nav refên azadiyê dibe, bi salan li gelek herêmên Kurdistanê bi azwerî û fedekariyeke mezin peywira xwe dike. Ji Zagrosan ta bi Serhed û Dersimê, li gelek qadên şer bi hemû hêza xwe, tevlî nav xebatan dibe. Ji dema ku tevlî nav têkoşînê bûyî heta şehîdbûnê, ji bo ku bibe layiqî Rêber Apo û şehîdên me hewldaneke bêhempa daye. Dilsozî gelê xwe, partiya xwe û hevrêyê xwe bûye û jidil her demê tevlî nav xebatan bûye. Bi wêrekî, fedekarî û kedkariya xwe ketiye dilê hemû hevrêyên xwe de. Bi dilnizmiya xwe li nav hevrêyên xwe hurmeteke mezin jê re çêbûye. Heval Çetîn, dijwariya têkoşînê çendî dijwar bin jî, her demê pêşengî kiriye û hevrêyekî me yê wêrek û dilêr bûye. Bi hêlên xwe yên milîtaniya mezin her demê bawerî daye hevrêyên xwe û hevrêyên wî her demê xwestine ku di qadên herî dijwar ên şer de, li gel wî bin. Hemû peywirên ku partiya me û têkoşîna me dayî ber, bêyî ku bibêje, ev giran e an sivik e, bi dîsîplîneke mezin û bi cidîbûna şoreşgerî bi serkeftî bi cih aniye. Herî dawî, heta wê kêlîka şehîd bûyî, ji helwesta xwe ya milîtaniya şoreşger gavek jî bi paş neavêtiye û ji xwe re esas dîtiye ku bibe layiqî gelê me û têkoşîna me.”

EM Ê BIRYARDARIYA WÎ BIŞOPÎNIN

Em hevalên wî yên têkoşînê, biryardariya di têkoşîna şoreşger de a hevalê xwe Çetîn ji xwe re mînak bibînin û bi serfirazkirina meşa xwe ya azadiyê, layiqbûna bi Rêbertî û şehîdan em ê ji xwe re esas bibînin. Em ê hevalê xwe Çetîn û şehîdên xwe yên qehreman qet ji bîr nekin û Kurdistana azad ku îdeala wan e, bi cih bînin. Em careke dî sond dixwin ji bo tola hevalê xwe Çetîn û şehîdên me yên qehreman, em ê li ijî mêtingeriya Tirk a faşîst têkoşîneke bêhempa bidin. Di serî de malbata şehîdên me yê hêja, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be.”

AGAHIYÊN NASNAMEYÊ

Agahiyên nasnameyê yê Çetîner ê şehîd wiha ne:


Nasnav: Çetîn Serhat

Nav Paşnav: Mûsa Çetîner

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Navê Dê û Bav: Sultan- Medet

Dem û Cihê Şehadeê: Dersim / Tîrmeh 2018

Nivîsa Pêş