Piştî ku otobusek ya xwendekarên Zanîngeha Zanist û Lêkolînan a Tehranê di hefteya borî de qelibî û 10 xwendekaran jiyana xwe jidest dan, xwendekarên zanîngehê îro li rawestgeha otobusan a wê zanîngehê li hemberî xemsariya hikûmetê xwepêşandan lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî ku otobusek ya xwendekarên Zanîngeha Zanist û Lêkolînan a Tehranê di hefteya borî de qelibî û 10 xwendekaran jiyana xwe jidest dan, xwendekarên zanîngehê îro li rawestgeha otobusan a wê zanîngehê li hemberî xemsariya hikûmetê xwepêşandan lidarxistin.
Di xwepêşandanê de xwendekaran nerazîbûna xwe li hemberî xemsariya rayedaran anîn ziman û daxwaz kirin ku Rêvebirên zanîngehê ji kar werin dûrxistin.
Hêjayî gotinê ye ku 25’ê Kanûnê otobusek ya veguhestina xwendekaran li nava zanîngeha zanist û lêkolînê qelibî. Di encama qezayê de 7 xwendekaran jiyana xwe jidestdan, 30 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran jî 3 kesên din jî ji ber ku birîna wan giran bûn, jiyana xwe jidest dan.