LEZGÎN- HPG; ”Li Lêlîkanê 6 leşkerên Tirk hate kuştin”

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan roja 28’ê Kanûnê li Girê Lêlîkan a Başûrê Kurdsitanê li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîne. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku 28’ê Kanûnê hêzên wan li Girê Lêlikan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine û di çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Roja 28’ê Kanûnê saet 11:00’an hêzên me li Girê Lêlîkan a Sîdekan ya Herêma Başûrê Kurdistanê li dijî yekîneyeke artêşa TC’ê çalakiyek li dar xist. Hêzên me yekîneya dijmin xist bin kontrola xwe û ji du baskan ve li dagirkeran xist. Di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Hêzên me çûn ser cenazeyên leşkeran û dest danÎn li ser çeka HK-33 (Melez), 2 şarjorên HK-33 (Melez) û bombeyek ya destan. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi desteka helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Di çalakiyê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 27’ Kanûnê derdora saet 22:00 û 23:00’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li Girê Hakkarî yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”

Nivîsa Pêş