Ji Tevgera Ciwanên Şoreşger Li Dijî Dagirkeriyê Meşa Bi Meşaleyî

30
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke bi mişleyan li dar xist.

GIRÊ SPÎ- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke bi mişleyan li dar xist.

Bi sedan ciwan û şêniyên kantonê beşdarî meşê bûn. Meş ji çerxerêya Nexweşxaneyê ya navenda bajêr dest pê kir û li nav kolanên bajêr geriya.

Di meşê de pankartên bi nivîsên “Rizgarkirina Efrînê rizgarkirina Sûriyê ji teror û dagirkeriya Tirkiyê ye, ciwanên têkoşer û rêxistinkirî dê komployên navdewletî têk bibin û rêbertî azad bikin” hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên silavkirina berxwedanê dihatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Şaredariyê ya bakurê bajêr veguherî mîtîngê .

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Îsmaîl El-Xidir axivî û got: “Wekî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dagirkirinê li herêmên xwe qebûl nakin, ciwanên herêmê dê li hemberî êrîşên Tirkiyê bibin mertal.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Nivîsa Pêş