Li bajarê Katalonya yê Barselona’yê komek ciwan ji bo piştgirî bidin têkoşîna azadiya Kurdistanê li ser Sefaretxaneya Tirk çalakiya Nivîsê pêkanî. Piştê çalakiyê ciwanan daxıuyaniyek weşandin û gotin têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji bo tevahî mirovatiyê hêvîyek dawî ye.
BARSELONA – Li dijî gefên serokçete Erdogan li ser Rojava ji aliyê komek ciwanên Katalan ve hate protesto kirin. Sefaretxaneya Tirk yê ku di vê bajarê de ye ciwanan çalakiyekî n3iv3isandinê li dar xistin. Ciwanan hestên piştgiriyê bi Şoreşa Rojava û têkoşîna Azadiya Gelê Kurd re anîn ziman.
Çalakvanên ku li ser deriya Sefaretxaneya Tirk ”Faşîst Erdogan” û ”Bijî Kurdistan” nivîsandin, gotin ku; ”Em ji xwe re têkoşîna şoreşa gelên Kurdistan’ê mînak digirin. Ciwanan xwe wekî girêdayê Konfederasyona Kedê yê Netewî (Confederación Nacional del Trabajo – CNT) pênase kirin.
Piştê çalakiyê ciwanan daxıuyaniyek weşandin û gotin têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji bo tevahî mirovatiyê hêvîyek dawî ye.