Ji Gerîlla TV dimena ku çekên hatine destxistin

Gerîla TV dîmenê çekên ku hêzên gerîla roja 28’ê Kanûnê li Girê Lêlîkanê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin, weşand.

NAVENDA NÛÇEYAN- Gerîla TV dîmenê çekên ku hêzên gerîla roja 28’ê Kanûnê li Girê Lêlîkanê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin, weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Roja 28’ê Kanûnê saet 11’an, li Girê Lêlîkanê yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê, hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku di nava liv û tevgerê de bû çalakiyek pêk anîn. Yekîneya dijmin hate şopandin û ji du baskan ve derbên giran lê hatin xistin. Di encamê de 6 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hêzên me çûn ser cenazeyên leşkeran û çekek HK-33 (Melez), 2 şarjorên HK-33 û narincokek rakirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopterên êrîşê leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir, ti zerar nedît.”

Nivîsa Pêş