Di pêşengtiya Tevgerê Ciwanên Şoreşger û JXK/YXK li bajarê Parisê li qada Paris/Notre-Dame Katedrali’ belevok hat belavkirin.
PARÎS- Di pêşengtiya Tevgerê Ciwanên Şoreşger û JXK/YXK li bajarê Parisê li qada Paris/Notre-Dame Katedrali’ belevok hat belavkirin. Ciwanan balkişand tecrida li ser Reberê Gelan Abdullah Ocalan û da xuyakirin ku heya tecrîd hebe wê hertim li qadan bin, di heman demê de di derheqê welatiyen ku di greva birçibuyinê de ne jî hatin agahdar kirin.
Belavokên ku bi zimana Fransî û îngîliz hate belavkirin hate dîtin ku jixwe gelên herêmê ji pêvajoyê agahdar in.