Me saleke têr û têjî li paş xwe hiştin. Di vê salê de jî her çiqas zextên dewletan hebe jî, li hemberî zextan raperîna gelan jî mohra xwe li cîhanê xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN– Dîyalektîka hebûn û nebûnê, xwe li cîhanê bi têkoşîna şoreş û dij-şoreşê ve dide der. Ango em dikarin bêjin ku dîroka cîhanê, xwe li ser encam, pêşketin/paşketin û nakokiyên şoreş û dij-şoreşê ava kiriye. Çawa ku zext û êrîşên dewletan domdarî ye; berxwedan jî domdarî ye.
Me saleke têr û têjî li paş xwe hiştin. Di vê salê de jî her çiqas zextên dewletan hebe jî, li hemberî zextan raperîna gelan jî mohra xwe li cîhanê xistin.
Îran
Di destpêka meha Çileyê de li bajarê Îranê Meşhedê raperînek mezin pêk hat û ber bi hemû deverên Îranê jî belav bûn. Gel, li hemberî bêkarî û xîzaniyê berî xwe dan kolanan û serî hildan. Lê di roja 5. de naveroka raperînê guherî û ne tenê xîzanî, rejîm bixwe jî hate hedefgirtin. Lê di dawiya raperînê de hovîtiya Dewleta Îranê dîsa derket holê; 20 kuştî, bi sedan jî brîndar.
Tunus
Dîsa heman wextê li Tûnûsê jî rapêrîna gelan hebû. Di destpêka meha Çileya 2018’an de gel, li hemberî polîtîqayên dewletê ya li ser aboriyê rabûn ser piyan. Di diravnameya ( bütçe ) 2018’an de dewleta Tûnûsê dixwest ber bi jêbirînê (kesinti) here û bacên gel zêde bike. Lê gel nerazîbûnê xwe nîşan da û daketin kolanan. Leşker û polês, bi hovane êrîşê gel kirin û nêzîkî 600 kes jî hatin binçavkirin.
Komara Kongoya Demokratîk
Li Komara Kongoya Demokratîk, rejîma Kabîlayê di 2016’an de dema xwe têjî kir lê belê dest danî ser desthilatdariyê. Dijberên rejîma Kabîlayê, gelek caran nerazîbûnên xwe nîşan dabin jî rejîma Kabîlayê dest jê nekişand. Di sersala 2018’an de gel daketin qadan. Di 31’ê Kanûna 2017’an de û yek jî di 21’ê Çileya 2018’an de du xwepêşandanên mezin çêbûn, lê belê gel bi hovîtiya dewletê re rû bi rû man. 14 mirov hatin qetilkirin û 40 kes jî di êşkenceyê re derbas bûn û hatin girtin. Di 25’ê Sibata 2018’an de jî du kes hatin qetilkirin. Nîqaş û nakokiyên Kongoyê hê jî didome.
Di salvegera 50. ya “Bihara Pragê” de,
çawa ku Parîs pêşengtiya “Bihara Pragê” û ciwanên nifşê 68’an kiribe, dîsa li paytexta Fransayê Parîsê bi sedema bihabûna hilberên petrolê, di 17’ê Mijdara 2018’an de gel daketin qadan. Ji nişka ve li hemû deverên Fransayê û dewletên mîna Belçîka, Holanda, Elmanya, Bulgarya û heya Iraqê jî belav bû. “ Tevgera Êlekzeran” jî tê gotin. Çalakvan, ji bihabûna jiyanê, polîtîqayên aboriyê, nezelalbûna rêveberiyê aciz in û li hemû deverên Fransayê xwepêşandanek mezin pêk anîn. Çalakiya “êlekzeran” hê jî didomin. Heya niha tê gotin ku; 10 kes bi êrîşên polêsan ve hatine kuştin, bi hezaran binçavkirin û girtin û nêzîkî 300 jî polês hatine birîndarkirin. Û dîsa tê gotin ku zirara dewletê jî ji 2 mîlyon Euroyê derbas bûye. Êlekzeran, xwe ji ser tora civakî birêxistin dikirin.
Sudan
Herî dawî jî di 19’ê Kanûna 2018’an de jî, Li Sûdanê, raperîna gel pêk hat. Ji ber sedemên bihabûna nan û benzînê gel daketin qadan. Lê rejîma hov, him bi tundî êrîşê gel kir, him hin rojname dan girtin, him jî gihîna tora civakiyê qedexe kir. Çalakî, hê jî carcaran pêk tê. Tê gotin, heya niha ji 10 kesî zêdetir mirov ji hêla polêsan ve hatina kuştin, gelek girtin jî hene.
Tê dîtin ku, neheqî û zexta dewletê li her derê heman e û gel jî radibin ser piyan. Lê ji ber ku piraniya wan herêmî( lokal) dimînin, nagihîjin armancên xwe. Ji ber wê jî divê êniyek demokratîk were avakirin û çalakiya gelan di nava qoordînasyonê de were birêxistinkirin.