Amadekariya konferansa ciwanên rojhilata navîn didome yê ku 26 ‘ê Çileyê pêk were didome. Endamê amedakariya konferansê Abdulxanî Omer û Berîtan Asrîn ji ajansê me re di derheqa xebatên xwe de axivîn.
NAVENDA NÛÇEYAN– Amadekariya konferansa ciwanên rojhilata navîn didome yê ku 26 ‘ê Çileyê pêk were didome. Endamê amedakariya konferansê Abdulxanî Omer û Berîtan Asrîn ji ajansê me re di derheqa xebatên xwe de axivîn.
Endamê komîteya amadekar ya konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn Abdulxanî omer di derbarê amadekariya konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û di armanca konferansê de wiha anî ser ziman:
‘’Ev demek em amadekariya konferansekê dikin. Piştî ku ciwanên bakûrê însiyatîf girtin ku konferanseke li ser asta rojhilata navîn li darbixin li bakûrê Sûriye piştî me civîna xwe li darxist me biryar girt ku di 26ê meha çileyê 2019 em ê konferansa xwe li darbixin. Mabesta me ewe ku hemû rengên Rojhilata Navîn de cih bigirin û hevdîtineke bi ciwanên şoreşger li ser asta rojhilata navîn de çêbibe û nêzî hev bibin. Însiyatîf bigirin ku li ser asta rojhilata navîn de li hemberî dagirkeriyê bi riheke şoreşgerî kar biki . Armanca me jî li welatên cûr bi cûr nerînên ciwanên şoreşger bigirin li ser kare ciwanan.”
Omer di dawiya axavtina xwe de wiha got; ‘’em rewşa bakûrê Sûriye ji we re bidin xwiya kirin. Biratiya gelan, netewa demokratîk.
Her wiha endama komîteya amadekar ya konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn Bêrîtan Asrîn jî axivî û Bêrîtan wiha nişan da :
‘’Demeke me dest bi xebata ciwanên rojhilata navîn kir. Di vê pêvajoyê de ev xebat jibo tekoşîna tevahî gelên rojhilata navîn û bi taybet jibo rêxistina ciwanên rojhilata navîn gelekî girîng e. Armanca me ya sereke şerê ku li rojhilata navîn de li hemberî gelen bindest tê meşandin emê bi rihê ciwantî li hember vî rihekî yekbûyî ji aliyê ciwanan ve ava bikin.
Di dawiya axavtina xwe de got; ‘’Em gefên Erdogan li ser bakûrê Sûriye dixwe emê bi rihê ciwanan bi riya rêxistinbûna ciwanên rojhilata navîn de hemû van êrîşan û van dagirkeriyan tune bikin.’’