Bi deha ciwanên Kurdistanî li bajarê Fransa di Navende Civaka Demokratîk ê Toulouse hatin gel hev û şahiyekî li dar xistin.
TOULOUSE- Bi deha ciwanên Kurdistanî li bajarê Fransa di Navende Civaka Demokratîk ê Toulouse hatin gel hev û şahiyekî li dar xistin. Di şahî de çalakiya Leyla Guven a ku li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê hate silavkirin û diruşmê ‘’Bijî Serok Apo’’ hate berzkirin.
Li ser navê Ciwanan Baran Serhed axîvî û got; ‘’Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin tu carî nayê pejirandin. Hemû ciwanên Kurdistan’ê ji bo dawî bide vê tecrîdê bi biryar her tim di qadan de bibin. Li gel Leyla Guven di zindanên metîngeriyê de, li Hewlêr’ê û Strasbourg’ê berxwedanak berdewam dike, em vê çalakiya wan silav dikin. Pêwîste hemû ciwanên şoreşger, demokrat, sosyalist û enternasyonalîst vê berxwedanê re xwedî derkeve û cihê di nav refên berxwedanê de bigire. Pêwîste ciwanên Kurdistan’ê bêrîkirina xwe ya Rêber Apo bi çalakiyên xwe, bi şiyara ‘’Serî hilde, tecrîdê bişikine, faşizme biruxîne’’ dane holê.