Ciwanên kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li çalakiya konvedanê ya mertalên zindî ya herêma Serêkaniyê ya li ser sînor bûn.
HESEKÊ- Ciwanên kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li çalakiya konvedanê ya mertalên zindî ya herêma Serêkaniyê ya li ser sînor bûn. Çalakiya mertalên zindî 15 roj li pey xwe hiştin.
Bi dehan ciwanan îro serdana kon kirin û nerazîbûna xwe li dijî gefên Tirkiyê anî ziman. Li ser navê rêveberiya Meclisa Ciwanan a Kantona Qamişlo Seyid Mihemed bang li ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê kir ku dem dema xwedîderketina li şehîdan û rûmetê ye û divê li hember gefên dagirkeriyê berxwedana xwe berdewam bikin.