Avesta; ”Sala 2019’an jî disa wê bi pêşengiya jinan bimeşe. Wê di pêşengiya ciwan bimeşe. Jin û ciwan pêşengê vê şoreşê ne.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta sala 2018’an, sekna gel, êrîş û gefên dewleta Tirk, her wiha grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven nirxand û go, sala 2019’an wê bibe sala serketinê.
Ji aliyê destketî, pêşveçûn û zehmetiyan ve sala 2018’an ji bo gelê azadîxwaz saleke çawa bû?
Sala nû, sala 2019’an serî de li Rêber Apo li tevahî dîlên azadiyê, li hemû şervanên azadiyê, gerîlayê azadiyê ku aniha di nav berxwadanekî mezin de ne û li tevahî gelê me, gelê Rojhilata Navîn û tevahî mirovahî, li hemû jinan û li hemû dayikan em pîroz dikin.
Di sala 2018’an de me berdelên mezin dan. Dîsa şehîdên 2018 ‘an di şexsê Atakan Mahîr, hevalê Ronî, hevalê Tarik û rêheval Zekî Şingalî, her wiha berxwedêrên serdemê di şexsê Avesta, Barîn û Karkeran de ez hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi rêz bi bîrtînîm û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînîm. Ger me saleke tijî têkoşîn û berxwadanî derbas kiribe û me vê salê li pey xwe hiştibe, em vê minetdarê wan şehîdane. Em mînetdarê wan in û em soz didin ku rêya şehîdan bişopînin.
Sala 2018′ an me bi berxwadanî dest pê kir û sekna berxwedêr hetanî roja dawî jî berdewam kir. Despêka salê dewleta faşîst ya Tirkan li hember gelê Kurdistanê tasviyekirina tevgera azadî ji xwe re kir hedef û ji bo vê di nava hewildanên pir faşîzane û hovane de bû. 2016’an em baş zanin ku rêveberiya heremî û berxwedana mezin, bi pêşengtiya Mehmet Tuncan, Asyayan, Sêvê û Çiyageran ku dest pê kir û pêş ket û bi sekna berxwedêr em derbasî sala 2017’an bûn. Heman demê sala berxwedaniya 2017’an mîzginiya berxwadaniya sala 2018’an bû. Ji bo vê di despêka sala 2018’an de dewleta faşîzma Tirk dîsa êrîşên xwe yên li ser deskeftiyên gelê Kurdistanê domand. Wê demê Efrîn bêhtir xiste navenda êrîşê xwe. Di despêka salê de hîna di her sê heftêyê despêkê de êrîşê xwe bire ser Efrîn ê. Di berxwedana serdemê de berxwadeneke bêhempa hate kirin û heta niha bi merheleya xwe ya duyemîn de berdewam dike. Belkî niha dewleta faşîst Efrîn dagirkiriye, lê bes berxwedana gelê Kurdistanê sala 2018’an li Efrînê dest pê kir û şiyara wê jî weke berxwedana serdemê bû. Peyama wan ew e ku ew ê ti carî vîna xwe radestî ti kesî nekin.
Li Rojhilat û Bakurê Sûrî nava salê hemû bi berxwedanê derbas bû.Hem li Efrîn ê berdewam kir, hem li qadê dinê berdewam kir. Ne tenê li hember faşîştê Tirk Erdogan, li hember zarokê Erdogan Çeteyên DAÎŞ’ê jî berxwedaniyekî dijwar hate kirin. Heta niha jî bi navê Bagera Cîzîrê berxwedaniya xwe didomîne. Li Dêrazorê ev şer bi hemû awayî bi berxwedanê berdewam dike. Li Bakurê Kurdistanê ruxmî êrîşê hovane ku dixwast vîna wan û tekoşîna wan bişkîne û bi tevahî civakan bide baverkirin ku êdî ev civak bêbawer û bêhêvî ketiye. Xwest ku dîmenek wisa derxîne holê. Em baş zanin di 24’ê Hezîranê de peyama ku gelê Bakurê Kurdistanê da ew ku îradeya wan bi serkeftiye. Îradeye gel li holê ye. Ruxmî ku ewqas dîlê azadiyê hene, ruxmî ku nahêlin yek kes dirûşmeyeke bibêje jî, ruxmî ku faşîzmekî bi qanûna taybet hat meşandin jî, li Bakurê Kurdistanê gel bi Serokê xwe ve girêdayî ye. Bi tevgera azadî ve girêdayî ye. Bi nirx û rumeta xwe ve girêdayî ye. Bi azadiya xwe û bi şehîdê xwe ve girêdayî ye. Dema dît ku nikare vîna gelan têk bibe, vê carê despêka salê li ser gerîlla jî dest bi operasyonên tasviyekirinê kir.
Ya din jî dîmenê wiha da ku wek ku ketine Qendîlê. Di meha gulanê de got ”Ez ketime Qendîlê û min Qendîl û hemû Bradostbi dest xistiye.” Em zanin ku hemû êrîşên ser Başurê Kurdistanê yê dagirkeriyê de tenê girêkî Lêlikanê wêdetir tu cîhekî nekarî bigre. Aniha jî nikare tê de bimîne. Gerîllayên azadiyê di xeta Zagrosan de destan nîvîsandin. Berxwedanê mezin nîşan dan, bi hemû awayan pergala dijmin belav kirin. Heman operasyon li ser qadên ditîr jî dewam kir. Ji Botanê bigre heyanî Dersîmê, ji Behra Reş bigre hetanî Bagokê, ji Garzanê bigre hetanî Erzerom û Serhadê bi vî awayî gerîllayên azadiyê pergala dijmin belav kirin.
Li cihên wek Dersîm û heremên dinê hevalên ku ev tekoşîn meşandin û ev sala berxwedêr pêş ve bibin, hêjayî îradeyekî mezin bûn, taybetî em wan silav dikin. Gerîlla di vê sala 2018’an de vîna xwe û têkneçûyîna xwe, herwiha berxwadiya xwe ya mezin danî holê. Ev gelek giring bû.
Di heman demê de ev êrîşên li ser Başur, bi van êrîşên hewayî xwestin herema parastina Medya bi perçîqînin. Li ser Şingalê êrîşên hewayî kirin. 15’ê Tebaxê êrîşî vîna azad ya civaka Ezîdî kirin. Li wir endame kordînasyona civaka Ezîdî Rêheval Mam Zekî hat hedef girtin. Heman tişt li Bakur da meşandin xwest li Başûr jî vê yekê bide meşandin. Bi van nêzîkatiyan xwestin peyamên cuda bidin. Her kes dibîne ku êdî dewleta faşîst ya Tirk li hemberî berxwedana mezin têk çûye. Bê guman berdelên azadiyê giran in. Eger berdel jî neyên dayîn mane û tema azadiyê jî namîne. Hemû şehîdên ku hatine dayîn bi wateyekî mezin hatine dayîn. Û PKK wek partiya şehîdan e. Rêber Apo PKK wek partiya şehîdan pênase kir. Her sal şehîd çêdibin lê cardin PKK zindî ye. PKK tekoşîn dike. PKK pêşeng e. PKK îdeoloji ye û rih e. Şêwazê tekoşînê ye. Herwiha di oxira wê de jî berdelên mezin tên dayîn. Şehadatê ku hatine dayîn jî hemû di cihê xwe deye. Seknên wisa bûn ku li hember faşîzmê sekînîne û gihaştine şehadetê. Pêwîst e mirov ji van şehadetên mezin encama derxine. Li ser vî esasî sala 2018’an salekî berxwedan û tijî tekoşîn bû. Li dervayî welat jî wusa, cihê ku gelê me lê belav bûye li tevahî seranserê cihanê berxwedanekî mezin hat meşandin. Bi hemû avayî rastî jî gelê me bi tevgera xwe re yek bû. Ruxmî hemû êrîş û lîstokan jî vîna xwe ya azad danî holê. Ev jî bê guman ji helwesta Rêber Apo tê. Berxwedaniya Rêber Apo damga xwe li sala 2018’ an xist û aniha ev berxwadan jî berdewam dike.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zextên mezin li civaka Kurd tê kirin. Bi taybetî li ser dîlên azadiyê pergaleke êşkenceyê ye. Li hemberî vê yekê jî berxwedêr bi pêşengiya Leyla Guven li ber xwe didin. Hûn vê seknê çawa dinirxînin?
AZADIYA JINAN BI TEKOŞÎN Û BERXWEDANE MISOGER DIBE
Niha sekna rêber Apo dibê baş bê fêhm kirin. Pêwîst e herkes vê seknê û vê helwestê baş bixwîne. Û li gorî wê jî kar û xebat meşandin mijarekî gelek giring e. Rêber Apo bîst sal in vê tekoşînê di hûcreyekî tenê de dide meşandin. Hemû jiyana Rêber Apo di nav tekoşîn û berxwedanê de derbas bû. 20 sal in di nav Îmralî yê de bi serê xwe jiyaneke tekoşînê ye. Di pergaleke wek îmraliyê jiyan çawa were jiyîn, yê herî zêde di vê hêlê de şîrove kiriye û wate daye dîsa Rêber Apo ye.
Gotineke Rêber Apo heye dibeje ” Gelek kes dibêjin gelo Serok Apo çawa di Îmralî yê de dijî û sibê derkeve wê çava bijî?” Rêber Apo dibêje ”hema li kûderê ez bijim jiyan ji bo min eynî ye. Ji ber ku em Tekoşînê azadiyê ne. Li derva jî me heman tekoşîn dida, niha li zindanê jî em heman tekoşînê didin meşandin.” Ev jî vê yekê ji me re dide nişandin. Yê ku dihêle li hember hemû cureyê êrîşan serkeftin were avakirin tarzê Rêber Apo ye. Esas vê tekoşînê Rêber Apo dide meşandin. Gerîlla vê hêzê ji Rêber Apo digre. Gelê me vê hêzê ji Rêber Apo digre. Jin vê hêzê ji Rêber Apo digrin. Ciwan vê hêzê ji Rêber Apo digrin. Ji xwe manîfestoya me, pusulaya me Rêber APO ye. Li hember berxwedan û sekna Rêber Apo tiştek mirov lê zêde bike nîne.
Tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo ne nûye. Tecrît bîst sal in berdewam dike. ji 2015 ‘an û vir ve ji bo ku fikrê Rêberê azadixwaz negihêje gelê Kurdistanê ü negihêje tevgera azadî hemû tekîliyên heyî qut kirine. Me dît ku ev jî nûjen kirina komploya navdewletî ye. Ev ne tenê kiryarekî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk tenê ev biryar negirtiye û nade meşandin. Îmraîlî ji hêla pergaleke taybet ve tê meşandin. Ev pergela taybet jî di serî de konseya ewlekariya Ewropa û dîsa dadgeha mafê mirovan ya Ewropan û saziya CPT bixwe berpisyar in. Û ew hêzên komploger Rêber Apo teslîmî Tirkan kirin. Raste Tirk rolê gardiyan dileyzîn. Nobedarê Îmraliyê ne. Lê tenê Tirk ji vî tiştî ne berpisyar in. Ev kiryar konsepteke hevbeş e û di vê demê de jî Faşîzma Tirkan tecrît şidand.
DMME’yê got di şert û zirufê Îmraliyê tiştek ji derveyî huqûqê nîne. Bi hevre di nav danustandinekî de ne. CPT du sal bû çu Îmralî, rapora xwe heyanî êrîşa Efrînê ne da diyarkirin. Yanî ez dixwazim balê bikşînîm ser vê yekê ku ev ne tenê kiryarê faşîzma Tirka ye. Ew jî li gor wan dimeşe. Mirov van nêzikatiya çawa dikare bişkîne ew gîrîng e. Sekna Rêber Apo van kiryarên wan bê wate kiriye. Sekna Rêber Apo van serê bîst salan de çi bu di wan salê dawî de jî hîn kurttir e û tenezûlekî tê de nîne. Hemû berxwaden e. Hemû jî tekoşîn e. Niha Rêber Apo pêşengtî dike hemû gelê me jî li dû vê pêşengtiyê tekoşîna xwe dimeşîne. Di vê em wusa bixwînîn.
Wekîla Colemergê birêz Leyla Guven û hevseroka KCDê Leyla Guven pêvajo rast xwend. Çawa ku li hember faşîzma 12’ê Îlonê Mazluman, Kemalan, Xeyriyan, Ferhatan, Sarayan çava ku pêvajo xwendin û helwest girtin, aniha jî li hember faşîzma Erdogan rêhavala Leyla Guven eynî helwest girt. Pêvajo rast xwend. Ji her kesî re nabe qismet ev pêvajo. Rêheval Zeynep Kinacî di nameya xwe de dibeje ku ez vê çalakiyê li hember komploya 6’ê Gulanê dikim. Birêz Leyla Guven jî dibêje ku tiştê Rêber Apo daye jinan, daye gelan ez xwe deyndarî vê dibînîm. Got gerek ez bersiva vê bidim ev pir gîrîng e. Helwesta wê cîh girtiye û bi wate ye. Çalakiyekî ku mafdarbûna xwe di tevahî cîhanê de da diyar kirin û bi mîlyona însana hemez kirin. Çalakiyekî ku di oxira wê de biçe şehadatê jî ew çalakî serkeftî ye. Ji bo vê niha di pêşengiya çalakiya Leyla Guven de ev çalakî dest pê kir û li hemû zindana niha vînekî azad derketiye holê. Bi vê mûnasebetê ez niha hemû dîlgirtiyên azadiyê bi dil û can silav dikim û çalakiya wan pîroz dikim.
Rastî jî niha zindan êdî bûne cihê berxwdana mezin. Dijmin niha nizane wê çi bike. Li seranserî cîhanê ev çalakî dewam dikin. Dijmin dibeje ez wane dixim zindanê qaşo bînîm xetekê lê hemû li hemberî min dibin mîlîtan û wekî çalakî derdikevin holê. Bo vê jî niha çalakî li zindanan jî sînordar nemaye. Li tevahî Kurdistan û dervayî welat belav bûye. Niha bi deh hezaran gelê me di van çalakiyan de ne. Li her çar beşê Kurdistanê li dervayî welat, hemû dostên Kurd û demokrat, ne tenê Kurd heta enternasyonalîst jî xwedî li vê çalakiyê derdikevin. Ji niha ve çalakî bi serketiye. Ev çalakî jî dide diyar kirin ku faşîzma dewleta Tırk têk çûye û şikestiye. Dîktatoriya Erdogan û Bahçelî sal winda kirine. Ji ber ku sal bi berxwedanê hat tijî kirin û wan hevalan jî mora xwe li vê demê xist. Di vê wateyê de çalakiya Leyla Guven bi wate ye û berdewamiya çalakiya 14 ê Tîrmehê ye. Çalakiya Rêzdar Leyla Guven jî di xeta Sara yê de çava ku Şehîd Sara li hember faşîzma 12 Îlonê ya Esat Oktay Yıldiray serî netewand û bi helwesta xwe bû dîroka jina Kurd. Rêber APO got ku azadiya jinê tekoşîna Sakîne Cansizan e. Niha jî azadiya jinê tekoşîna Leyla ne.
Yanî jin bi vê tekoşînê heye. Û aniha jî bi deh hezaran jin li zindanan girtiyê PAJK’ê û PKKê û hem jî di qada civakî de gel li du vê pêşengtiyê meşekî dike. Ji bo wê ev berxwedan giring e û bi wateye û wê heyani serkeftinê berdewam bike.
Di demeke wiha de Serokê DYE’yê Donald Trûmp biryara vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyeyê da, ku gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Wekî din, hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî nêz dibin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
TEVGERA AZADÎ BI TEHDÎTÊN WISA GAV PAŞDE NAVÊJE
Sala 20’an de komplo hate nûjenî kirin. Qonaxa yekemîn bi dîl girtina Rêber Apo dest pê kir. Wê demê armancê wan diyar bû. Niha çi dibêjin hêzên komploger? Bi fikrê Rêber Apo hêzekî alternatîf tê avakirin. Di vê pergala demokratîk de gelên cîhanê gelên heremê bi taybetî jin û hemû pêkhateyên civakê êdî asoyê wan vedibe. Paşeroja wan diyar dibe. Ne bêçare ne. Ew lêgerê kapîtalîst modernîte û hêzên dagirker bi navê pergala cihana nû, bi navê projeyê nû hin hewldan pêşxistin lê ev têk çû. Niha komplo li hemberî van hatiye pêşxistin.
Ew dixwazin Kurdên baş, Kurdên ne baş bidin afirandin. Kurdên baş kî ne? Kurdên ku wan anîne ser xeta xwe. Di hêla jiyanî û çandî de, di hêla ehleqî de, di hêla aborî de îradeya wan bi xwe dane giradane. Van kesan weke Kurdên baş dibînîn û me dît jî çiqas baş in. Di referanduma 2017’an de li Başurê Kurdistanê ku hat çêkirin, ruxmî 60 sal in bi van hêzan re radibin û rudinên, me dît ku 25 îlonê de dema xwestin bibin îrade çawa pêşî lê birîn û yê destê wî jî birin. Niha vê jî didin diyar kirin ku dixwazin Kurda binîn xeta xwe. Di serî de yê serkêşiya vê jî dike kiye? Bê guman Emerîka û hêzên komploger yê navdewletî ne. Ji xwe Emerîka bixwe Rêbertî teslîmî dewleta Tırk kir. Serokwezîrê wê demê Bûlent Ecevît wê demê got ku, ”çima Apo dane me em nizanin.” Pîştî çend salan îtîrafek wiha kir. li xwe mikur hat. Niha jî çi kirin? Xwestin vê îradê bişkînîn, lê ne şikest. Ji bo wê rabun DAÎŞ rêxistin kirin. KÎ DAÎŞ rêxistin kir? Niha emîrê DAÎŞê Recep Tayîp Erdogan e. Devlet bahçelî ye. Wane çûn ta li Ûrdûnê cîvîn çêkirin û pergalekî nû derxistin. Xwestin şoreşa Rojava yê Kurdistanê têk bibin.
Ji bo wê DAÎŞ êrîşê kûderê kir? Êrîşê deskeftî û nirxê Kurdan kirin. Êrîşê Şingalê kir. Ji ber ku Şingal cihê Kurdê resen e. Cihê herî zêde Kurdiniya pîroz li wir jiyan dike. Çi kir? Êrîşî Kobanê kir. Cihê yekemîn ku fikrê Rêber Apo lê avabuye Kobanê bû. Êrîşî wir kirin. Çar sala di ser re derbas bû hêzên rêxistinkiri bi fikrê Rêber Apo ya azad DAÎŞ têk birin. Dema ku dîtîn DAÎŞ ber bi tûnebûyînê çû û deskeftiyê Kurdan mezin bûne, negihan armanca xwe.
Ew Şingala ku DAÎŞ êrîş bire ser û xwest rumeta wan binpê bike, bi hezaran mirova qetil kirin, jin, zarok, kal û pîr ketin destê DAÎŞê. Niha ji wê civakê yê mayî xwe rêxistin kirin. Gotin di cîh de be xwe ji xweliya xwe avakirin. Bûne xwedî meclîs, bune xwedî, sazî bune xwedî partî, herwiha bune xwedî zanist û perwerdê. Niha li ser xaka xwe bi vîna xwe dixwazin jiyan bikin. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi hezaran şehîd hate dayîn. Lê coxrafyayekî mezin ji destê DAÎŞ’ê rizgar kirin.
Dema dîtîn ku ne gihaştin armanca xwe niha jî li ser masê bazaran dikin. Çi dikin? Hêzên koaîlîsyona navdewletî di pêşengtiya Emerîka û hêzên Soyweta berê, di pêşengtiya Rûsyayê de û yê di nav bera her dû cîhan de jî siyaseta herî bê nirx dide meşandin dewleta Tirk e. Tim dewleta Tirk di destê DAÎŞ’ê de wek amurekî tê bikaranîn. Kî ji xwe re hatiye wî bikar aniye. Diçe gel Emerîka dibêje ez endamê NATO’yê me. Bi her şêwazî ez dikarim serê xwe ji te re bitewînîm û dibêje tu çi dixwazî ez ê bikim, tenê tu Kurda neke îrade. Diçe ba Rusya dibêje ez hemû tiştan ji tere pêşkeş dikim, tenê bila îradeya azad ya Kurdan dernekeve. Di navbera herdu hêzan de ev çar sale diçe û tê. Niha heyanî astekî nirxê xwe pêşkeşkirin. Bêguman dewlet jî tenezûl dikin. Rusya bi vî rengî tenezûlû berjewendiya xwe kir. Çi kir? Qaşo Rusya yekîtiya Sûrî diparêze anî dewleta faşîst xiste wirde.
Emerîka qaşo yekparebuna Sûrî diparêze. Niha herêm ji DAÎŞ’ê rizgar bûne, vê carê rabûne dibêjin em ê ji heremê derkevin û ji tehtîdên din re vekiri bihêlin. Ev konsepteke, berî hatiye çêkirin û plankirî ye. Lê di vî warî de jî dibê herkes bizane ku tevgera faşîst tevgerekî xeşîm nîne. 45 sal derbas bûnê. Êdî xwedî ezmûnekî mezine . Xwedî zanistekî mezin e. Di pêşengtiya Rêber Apo de tevger bûye. Bi deh hezaran însan hatine avakirin. Rayedarekî Rojava yê dîplomasiyê hebû. Bi rastî jî gotina wî di cîh de bû. Got ne bi me hatin, ne jî bi me diçin. Emerîka belkî dixwaze di nava vê konseptê de cihê xwe bigre. Ev ya dibê gelê me êdî wisa bizanibe.
Xususiyetekî Rêber Apo heye ku pişta xwe tucaran ne daye tu kesî dinê. Derketina despêka PKK’ê jî ew bû. Siriyeta wê pişta xwe dide gelê xwe. Pişta wê li hêza wî ya cewheri ye. Ketina komara Mahabat ji bo çi bû? Niha li Başûrê Kurdistanê ewqas sal eger ewqas nebûbe îrade, sedema wê ji ber ku pişte xwe bi derve dide girêdan. Ev mînakên pêş çavan in. Li Rojavayê Kurdistanê tiştek wiha nîne. Rojavayê Kurdistanê xwe ji tûnebûnê çêkir. Hemû avayî bixwe xwe afirand û bixwe xwe, xwe çêkir. Niha li wan deskeftiyê xwe xwedî derdikevin. Ji bo vê ev komploya ku dixwazin nûjen bikin, pêşî rabûn ji bo 3 pêşengên tevgera azadî pere danî ser serê wan. Tiştê dixwaze bêje ewe ku; an hûnê werin xeta min an jî ezê wisa bikim. Tevgerê Azadî bi tehdîtê wisa re gav paş de navêje. Xwedî ezmûn e, xwedî şoreşeke û xwedî alternatîfe jî. An Rusya an Jî Emerîka diye tiştek welê nîne. Di vî warî de hêzên hevsengiyê heremî hene. Yên navdewletî hene. Hevsengiyê navxweyî hene. Û ew jî wane hemûyan tîne ba hevûdûnê. Gotinek heye dibêjin di her tiştekî de xêrekî heye. Niha vekîşîna Emerîka ji Sûriyê hevsengiyê nû derdixîne holê û van hevsengiyan jî dibê ku di serî de rêveberiya Rojavayê Kurdistanê û hemû Kurd jî li dora vê kom bibin, ji ber ku xeterî mezine deskeftiyê Kurdan dixwazin têk bibin. Lewma dibê sala nû sala tekoşînekî mezin bê dîtîn û sala parastina van desketiyan be.
Niha konsepta ku tê meşandin lingekî esasî yê nav dewletî ye. Planekî giştî ye. Dewleta Tirk taybetî jî rejîma Erdogan, her hilbijartinekî ku nêz dibe çavê xwe berdide derve û dixwaze cîhekî dagir bike û bi hewayekî nîjatperest dixwest hilbijartinan bi dest bixîne. Me refaranduma 16’ê Nîsanê jî dît, me di 24’ê Hezîranê de jî dît, çima çu hilbijartinê pêşwext? Xwest ku bi dagirkirina Efrinê Hilbijartin bi dest bixwe. Mêzekin min Efrîn dagir kir, ez ketime Qendîlê. Lê ruxmî van hemûyan jî dît ku gel ne gelekî wiha xeşîme. Niha jî, 31’ê Adarê hilbijartinê heremî xwecîhî heye. Ev hilbijartina xwecîhî jî rastî pir giring e. Demê pêş li ser vana wê pir tişt were gotin. Ji niha va dixwaze vê nijatperestiya xwe pêş bixîne û ji niha ve dixwaze dengê millet kom bike. Ji xwe dibêje devlet di xeteriyê de ye. Nijatperestiyê pêş dixîne. Hewil dide van deskeftiyan têk bibe ji bo bikaribe hilbijartina bi ser bixwe. Lê gelê me jî çawa ku 24’ê Hezîranê de bersivekî xurt da, em di vê baweriyê de ne jî ku di sala 2019’an jî bersivekî wiha xurt bide.
Li Şengalê îsal gelek pêşketin çêbûn. Di heman demê de gelek berdelên giran jî hatin dayîn. Di heman demê de şehadeta Mam Zekî pêk hat û êrîşên balafirinê şer yê dewleta Tirk pêk hatin. Lê li hemberî vê civaka me ya Êzidî bû xwedî seknekî û hewl da ku van êrîşan têk bibe. Gelo ev sekn ji bo bersivdayînê çiqas têr dike? Her civaka me ya Êzidî, ji niha û pêde dikare çi bike?
SALA 2018’AN JI BO ŞENGALÊ SALEKE SERKEFTÎ Û TIJÎ TÊKOŞÎN BÛ
Pêşketinên giştî bi hevre girêdayî ne. Hem pêşketinên ku li Şengalê çêdibin li ser Irak û Başûrê Kurdistanê bandorekî xwe çêdike. Ev pir diyalektîkî jî wiha bi hevre girêdayî ye. Niha pêşketinên li Şengalê li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê bandor dike. Dema DAÎŞ êrîş bire ser Şengalê, armanc û hedefê wan cuda bûn. Wisa plan kiribûn ku Êzîdî êdî wê li Şengalê tûne bibin. Lê ev êrîşên wan yên li dijî Şengalê li wan vegeriyan. Civaka Êzidî bi fikr û felsefa Rêber Apo, bi mûdaxelekirina Tevgera Azadiyê gelê Şengalê tenê ji qirqirinê neparast, di heman demê de ji qirkirina spî jî parast. Ji bo pêşerojê alternatîfek afirand. Yanî ne tenê leşkerî çû û ew rizgar kirin û pita xwe da wan û vegeriya. Her wiha fêr kir ka wê çava xwe bi parazin, wê çava jiyana xwe bidomînîn, wê çava zanistî bibin, dîsa wê çawa pêşî li fermanan bigirin. Ji bona wê modela ku niha li Şengalê hatiye danîn, modele kî pir girîng e û ji bo Irak û Başûrê Kurdistanê jî girîng e. Hêzên ku vê pergalê hezim nakin êrîşên xwe li ser Şengalê didomînîn. Yek ji wan jî dewleta Tirk û hevalbendê wî yên herêmê ne.
Hevalbendên wî yên heremî jî di nav vê komployê de cihê xwe girtin. Serkêşiya wan jî wê demê PDK’ê dikir. Niha jî dest ji lîstokê xwe bernedeye. Êrîş tenê 03 08 2014’an çênebûn. 2017’an jî li ser Xanesor êrîş çêbû. Her wiha 2017’an êrîşên hewayî çêbûn. 2018’an car din ev êrîşên balafirên Tirk çêbûn.
Vîn eke azad derketiye holê dixwazin belav bikin. Armanca wan ew e ku dixwazin wê civakê bê nirx bihêlin û wisa bikin ku tune bibe. Bi vê tûnekirinê dixwazin civaka Kurd tûne bikin. Sedemê van êrîşan jî wisa ne. Lê ligel ku çar sal in ewqas êrîş çêdibin, car din xwedî Vîn eke azad e.
Herî dawî jî di bin berpirsyariya qeymeqamê demê de ferman pêk hatiye. Dîsa bi zorê bi desteka hêzên navdewletî û PDK’ê hat û li ser kursiyê xwe rûnişt. 2015’an heta 2017’an li Şengalê li ser kursiyê qaymeqamtiyê rûnişt.
Dema referandûmê dîsa Şingal berda û çû. Du caran Şingal berda û reviya. Niha dîsa bûye aramî. Şingalî xwe diparêzin, bûne îrade û xwe bi rê ve dibin. Dibêje ka dîsa ez ê werim li ser serê we bibim deshilatdar. Me jî şopand rastî jî sekna gelê me li Şengalê pîroz e û em silav dikin. Bî kesî heta niha 6 caran xwe ceribandiye ku biçe ser kursiyê qaymeqamtiyê rûne lê gel nehiştiye.Herî dawî jî meclîseke demkî ya îderakirina navçeyên Şengalê hat avakirin. Ne tenê Êzîdî, Şia jî, Tirkmen jî, Erep, sûnî jî tê de hene. Hemû eşîr û bavik tê de hene. Ev gelek girîng e. Civakeka komînal û demokratike ev e. Civakeke ku dixwaze hîn bêhtir di nava vê pergalê de jiyan bike ev e. Belkî di hêla perwerde, mûjilbûyîn û zanist kirin de hîna gelek tê xwestin ku hewl dan were dayîn, ema xwedî PDK’êa xwe ye. Û ev pêngava pêşxist jî bi vê îradê çêbû. Raste ji bo vê îradê jî berdelên mezin hatin dayin. Bi sedan şehîd çêbûn, ji mûdexalekirina DAÎŞ’ê bigre heta niha ev berdêl tên dayîn. Herî dawî jî yê ku bingeha vê pergalê danî û xwedî ezmûn bû û xwedî îrade bû, di xeta Rêber Apo de bû û bi perspektîfê Rêber Apo bi hemû awayî têkoşîn dikir, rêheval Mam Zekî bû. Îradeya civakê di kesayeta de kom bû. Li hemberî êrîşa ku li dijî hevrê Mam Zekî çêbû. Divê civaka Şingalê jî li keda wî xwedî derkeve, tifaqa xwe ava bike, nehele êdî kesê din li ser vîna wî bibe deshilatdar. Gelek car derdikevin dibêjin eger me tiştek ji Mam Zekî fêhm kiribe em ê carek din xwe teslîmî we nekin. Ya girîng ev e. Sala 2018 ‘an jî mirov dikare ji bona Şengalê wek salekî serkeftî şîrove bike. Saleke tijî berxwedan şîrove bike. Saleke bi nirxê xwe ve girêdayî û bi van nirxê xwere meşandin mirov dikare îfade bike. Ev yek dîyar bû û dawiya salê jî mohra xwe li salê xist.
Peyama we ji bo sala 2019’an çi ye? Ji niha û şûnde civaka Êzidî divê çawa tevbigere?
SALA 2019’AN WÊ SALA BERXWEDANÎ Û ZÊDEKIRINA DESKETIYAN BE
Min di destpêkê de jî bal kişandibû ser ku jinê pêşengiya sala borî kir. Ji bo jinan ev sal jî saleke pir girîng bû. Li dijî jinan kuştin, şidet dodime. Ne tenê li Kurdistan û Rojhilata navîn, li tevahiya cîhanê ev pergala baviksalarî ev xwe li ser jinê ferz dike. jin jî di hemû qadan de, bi pêşengiya jinên Kurdistan û heremê berxwadeneke mezin tê meşandin. Ev jî gelek girîng e. Ev sal jî disa bû sala jinan. Li Efrînê bi pêşengiyê Avesta û Barînan, li Zindanan niha bi pêşengiya bi sedan mîlatanên azadiyê, dost, welatparêzan, her wisa bi pêşengiya rêzdar Leyla Guven û li dervayî welat bi hemû avayî jin li ser pîya ne. Pergala Îmraliyê em ê bişkînîn û emê azad jiyan bikin, dibêjin ev sonda me ye.
Sala 2019’an jî disa wê bi pêşengiya jinan bimeşe. Wê di pêşengiya ciwan bimeşe. Jin û ciwan pêşengê vê şoreşê ne. Movikê piştê ne. Mejî ne. Çav in û avakarê civakê ne. Ji bo vê hem jin hem ciwan sala 2019’an çava ku erkê sala 2018’an heya dawî berdewam kirin, wê di sala nû ya 2019’an jî erkê xwe berdewam bikin. Tiştê ku hatine kirin, tiştê ku bê kirin dide diyar kirin. Deskeftiyên mezin yên ku hene li hemû qadan li Kurdistanê, Rojhilat û Bakurê Sûrî, li Bakurê Kurdistan, Li Başûr û Şengalê, li Rojhilatê Kurdistan û derveyî welat bingehekî berxwedanê hatiye afirandin. Pêşketineke xurt hatiye avakirin. Bi pêşengiya Tevgera Azadî û jina azad, rêzdar Leyla Guven û kesên ku niha di van çalakiyan de cihê xwe digrin, sala 2019 wê sala berxwedaneke mezin û deskeftî bidestxistin be. Wê bibe sala azadiya Rêber Apo. Em ê tecrîdê bişkînîn, Faşîzmê birûxînîn û Kurdistanê azad bikin. Dirûşmeya me ev e. Ji bo ku Rêber APO bikaribe azad bijî û di şert û mertên azad de bikaribe bixebite. Armanca me ya mezin ev e. Hedefa me Azadiya Rêber Apo ye, têkoşîna wî bilind kirine. Hemû azadiyên din jixwe li dora vê kom dibin. Em deskeftiyên Kurdistanê, yê gelê heremê yê ku tê de jiyan dikin, ev deskeftiyê hatiye bidestxistin parastin û pêşxistina.
Em di pozîsyonekî avakirinê de ne. Divê her kes baş zanibe ku diktator Erdogan ji sedî nodî propagandaya şerê taybet dike. Lê belê ev ne wisa ye, Tevgera azadiyê ji her demê xurtir e. Tevgera azadî xwedî vîn e. Xwedî tecrûbe ye. Xwediyê plan û projeyên mezin e. Rêxistineke xwedî vîna mezin dikare vê têkoşînê bimeşîne. Sala 2019’an jî wê li ser van deskeftiyan teşe bigire. Gerîlayê azadiyê li ser erke xwe ye. Xwedî parastin e. Xwedî seknekî bi rûmet e. Xwedî çalakiya taktîkê nû ye. Gerîla heyanî xwedî vê seknê û xwedî vê Vînê be, jixwe gelê Kurd xwedî têkoşînê ye û wê bi hev re bi ser bikevin. Pêşengiya gelê me û jina azad tê zanîn. Ji bona vê em baver in bi vê sekna mezin, sala 2019’an wê bibe sala azadiya gelan, azadiya jinan û azadiya Rêber Apo. Bi van hest, bîr û baweriyan hemû berxwedêrên zindanan, gerîlayên azadiyê û li Rêber Apo, gelê me û li tevahî mirovahiyê pîroz dikim û ez dibêjim ev sal sala berxwedana mezin e. Sala mezin a serxistinê ye.
Çavkanî: ANF