Leşkerê bi navê Can Yilmaz ê ku leşkertiya dewleta Tirk dikir, hate îddakirin ku li qerekola Darmik’ê girêdayê Kîlîs’ê dema xwestiye wêne bikişîne çeka wî agir girtiye û li xwe xistiye.
NAVENDA NÛÇEYAN- Leşkerê bi navê Can Yilmaz ê ku leşkertiya dewleta Tirk dikir, hate îddakirin ku li qerekola Darmik’ê girêdayê Kîlîs’ê dema xwestiye wêne bikişîne çeka wî agir girtiye û li xwe xistiye. Di encamê de leşker Yilmaz bi awayekê biguman xwe kuştiye.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku gelek caran leşker an bi guman xwekujî pêktînin an jî di encama qezayekî dedimirin. Di bin van mirinan de gelek caran bûyerên cuda derdikevin.
Cenazeya Can Yilmaz ji Stenbol’ê re hate şandin.