Ciwanên Kurd ji welatên cuda cuda hatin li Fransa’yê ji bo ku kampa xwe pêk bînin di bin sîwana çand û werzîşê, qampa xwe pêk anîn.
NAVENDA NÛÇEYAN– Ciwanên kurd ji bo ku kampa xwe pêk bînin li Fransayê di bin sîwana çand û werzîşê, qampa xwe pêk anîn. Ji bo hevbaşnaskirina ciwanan di hefteya borî de faliyetekî kampê hate li darxistin. Armanca vê qampê ji bo hevnasîna mirovê nû û di navxweyî de nûbûyinekê bide avakirin û ji bo ku li ser Çanda Kurd û Kurdewarî yê eleqeyek çêbibe
Li qampê programeke têr, tije û bi reng û reng çêbû. Ên tevlî vê kampê bûne, ji dibistanê, zaningehê û ji bo ku monotonbûyîna nava kar û barên jîyanê derbikevin jîyaneke nû hîs bikin hatiye çêkirin.
Di navenda program ê de û wekîdin di gelek aktîvîteyan de cîh hate girtin. Xortan bi hevre tevlî peşwaziyê fîlma bûn. Bi govendên gelerî kişandin û stranên Kurd û Kurdewarî gotin. Di gel vana jî bi programên wekî lîstikên werzîşî cihên xwe tê de girt. Ji bo ku baş hevnasînê hevdû bikin ciwanan biryara telefonê xwe deynin dan. Ev biryar ji bo ku 5 rojên ku li kampê derbasbikin hîn sudewar bibe, Bi teybetî jîyana komînî gelekî li ser ciwanan bandor kir. Ji bo hin kesan ev jîyan wek cîhaneke nû bû û di nav jîyana rojane de biryar bi hevre girtin û bi hevre jîyaneke hevpar derbaskir in bû. Ango Cîhana ku ciwanan di nava xwe girtiyî, asosyalbûyî û xwe di menzelên ( odasi dan) xwe sînor girtin, li kampê çenebû . Vîdeoyên kurt em li kampê hatine kişandin jî daye xuyakirin jî bi pesindayîna jîyana kampê bi kelecaneke erênî di axaftinan de derket holê.
Ciwanan agirekî mezin û kelecanî li kampê hat pêxistin û bi hestên careke din hevbibînin, keyfxweşiyekê bernameya xwe qedandin.