Faşizma AKP-MHP ji bo dagirkirina rojava bi her awayê ketiye nav hewldanê. Ev demeke ku ji bo dagirkirina minbiçê hevdîtinên dîplomatîk pêk tînin. Li hev kirina YPG u rejîma Surîye yê her çiqas erîş dabe sekinandin jî tê zanîn ku dewleta Tirk çeteyen xwe li sînor bi cîh dike. Ji bo tune kirina kurdan bi dehan sal e qomployên mezin pêk tîne u her firsendekî de komkujiya dike. Lê belê li aliyê medyaya alîgir ve her car tê ser rojevê ku gotina ” li bakurê Suriye ye hebûna DAÎŞ e” tenê komploya nijadperestane. Jiber ku li bakurê Suriye DAÎŞ nîne. Li wir hêzen QSD u yên li hember daîş e şer kirine wek YPG henin. Em dikarin bibêjin ku gotinên dewleta Tirk dibêje ku hemû gel hesûdiya me dikin, serlêdanên dewletên din u her wekî din hemu li ser dijminatiya Kurdan e. Rojeva paşvekişandina leşkerên ABD ê ên li Suriye yê li hev kirina ABD û Rusyayê pêk te. Ji bo hin dengeyan tawîz didin Rûsyayê. Gelo rewşa ku dewleta Tirk li Idlîbê jiyan kir şunde wê Rusya destûr bi de dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Suriyê. Rusya ji bo Idlibê wê dev ji bakurê Suriyê berde. Ger rewş wek ku tê xwestin bibe we demeke nêz de Tirkiye daxwaza vegera ABD bike. Li hember biryara Trump gelek bertek hatin dayin u Trump mecbur ma u paş de gav avêt. Aliyê din de xeteriya kontrol kirina sînoran yên rejîmê çavên wan tirsand û gotin em dixwazin Kurdan biparêzin. Trump jî got min roj ji bo vekişînê diyar nekiriye. Mijareke din a girîng pevçûnên çeteyên li Idlibê ye. Çete di Idlibê de xefilîne u alikarêyê ji Tirkiyê ye dixwazin. Lê TC nikare çeteyan kontrol bike ev rewş diyar e. Jiber ku operasyona li Îdlibê ABD û Îsraîlê dan sekinandin u Tirkiye yê kontrol kirina çeteyan pêk neanî. Trump destur da ji bo dagirkirina bakurê Suriyê, operasyona dagirkirinê niha hatiye sekinandin. Lê li suriyeyê bi her aliyê de Rusya qezenç kir. Niha jî Erdoxan Rusya raçev kiriye u tawizan dide Rusyayê. Ji bo hesabên xwe bi kontrol gav davêje. Jiber hemû dengê u qontrolkirina Rojhilata Navîn bi Suriyeyê ve girêdaye. Li hev kirina QSD û rejîma Suriye yê destê QSD ê xurt kir. Niha li ser maseya Tirkiyeyê u Rusyayê meselaya dagirkirina bakurê Suriyeyê û S400 an hene. Lê dîsa jî karê Erdoxan yê sereke dijmintiya Kurdan e.
Rusya jî dêna xwe dayê berjewendiyê xwe û ji bo wî bazarî tenê ne Îdlib e. S400, Turk Akim Projesi, pirsgirika Ukraynayê û pirsgirikên TC derxistine ew danîne li ser maseyê. Rusya dixwaze ku dema li Surî de rewşa asayî pêş bikeve wî demê bazirganiya di xeta çavkaniyên xwezayî ên Surîye ji xwe re kêr bîne. Ji bo wî jî li der heqê projeya dewleta Tirk, MSD û projeyan Hêzên Bakurî Surî a Demokratik de bi lez hewl nade. Biryargirtina Rusyayê a dawî yekîtiya axa Surîyê û Dewleta Surî çiqas bi taybetî nêzîk dibe wê bide nîşan. Ji ber ku Rusya pêşiya dagirkirina TC ku veke vî carê wê dewleta Suriyê bi mayînde perçebike.
Dewleta Rusya ya ku xeyalên hikumdariya Rojhilata navîn dike, çiqas bixwaze jî TC ji NATO yê durbixîne, dizane vî nikare pêk bîne. Ji ber wî jî TC bike bin kontrola xwe û heta destê wî tê dixwaze di bin kontrola ABD dur bixe. Hevkirina rêvebirina Şam’ê bi hevkirina YPG û şirîkatiya erka parastina sînor, tê dîtin ku destê TC girêdaye. Rusya jî bi vî rewşê razî xuya dike. Mirov dikare bibêje TC vî gavê muhtacê Rusyayê ye. Rusya dizane ku bendê TC sist bike wê pirsgirikên pêşî neyên girtin derkeve holê. Ji bo wî jî niha bendê wî qewîn digire. Nijadperestên ku dixwaze bin kontrola xwe de bigire dizane armanca wan ne tenê bi Bakurê Suriye ve sînordar namîne. Bi vî hişyarîyêdaye.
Şevîn Baran
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk ê Kurdistanê