Hêzên Rizgariya Efrrîn’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên xwe yên Şerewa eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrrîn’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên xwe yên Şerewa eşkere kir. Li gor daxuyaniya HRE ‘’Berxwedan û şerê hêzên me ya li Efrîn’ê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wî berdewam dike. Di çalakiyên pêkhatî de gelek derbên giran li çeteyan û leşkerên Tirk tê lêxistin.’’
‘’Di vê çarçoweyê de şervanên me, li navçeya Şerewa li gundê Gobelê li dijî El Cebha El Şamiye çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîtek leşkeri hatiye ruxandin û 2 çete hatiye kuştin.”