Li Kurdistanê di salên dawî de bi lêxistina TOMA û wesayitên zirxî gelek welatiyên Kurd ji jiyana xwe dst da. Pirê ku li navçeya Amed Rêzan’ê di kolana Emek’ê de bi perçiqandina TOMA’yê ji jiyana xwe dest dabû. Dimena ku derketine îfadeya polêsê dagirker direwand.
AMED- Li Kurdistanê di salên dawî de bi lêxistina TOMA û wesayitên zirxî gelek welatiyên Kurd ji jiyana xwe dst da. Pirê ku li navçeya Amed Rêzan’ê di kolana Emek’ê de bi perçiqandina TOMA’yê ji jiyana xwe dest dabû. İddayên ku dozger jî bawer kiribû, gotibû pîrê 85 salî di lembeya Sor de derbas bûye û di noqteya kor de bûye û qamereya mobeseyê wî nediye. Bi derketina dîmenan him dozger, him polêsê ku kujertî kiriye direwand.
Bûyer di sala 6 Pûşpera 2018 de li navçeya Amed Rêzan’ê pêk hat. Kalê 85 salî dema li kolana Emek’ê derbasê aliya rê dibe wesayîtê TOMA bi qestî lê diqulipe, piştê ku Mehmet Tektekîn radikin nexweşxaneyê 2 roj şunde ji jiyana xwe dest dide. Di dîmenên mobeseya ku Artı Tv parvekir tê xuya kirin ku polêsê dagirker bi qestî li kale diqulipe û wî diperçiqîn. Piştê bûyerê gel bertek nîşan dide û polêsan ciwanekê bi derbkirinê dixin binçavan.
Dozgera ku li gor îfadeya polêsê kujer îddaname amade dike û dadgeh jî vê esas digire û polêsê dagirker re tene 2 sal ceza didin.