Li Şengal’ê di pêşengtiya Yekitiya Ciwanên Êzîdî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzîdî greva birçîbûnê destpêkir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Greva birçîbûnê bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî dest pê kir.
Greva birçîbûnê li Salona Lalişê ya li Xanesorê pêk tê. Koma destpêkê ji 20 kesan pêk tê. Çalakiya ciwanan wê 3 rojan bidome û piştre nûnerên sazî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Şengalê grevê dewr bigirin.